Girtîgehê rê neda kirasê Leyla Guven

Hewlêr (Rûdaw) - Girtîgeha Xarpêtê kirasê Leyla Guven ê rengên kesk û sor û zer li ser hene bo nav girtîgehê qebûl nekir.

Sabîha Temîzkan a keça Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ragihand ku Girtîgeha Xarpêtê destûr nedaye kirasê rengên kesk û sor û zer li ser hene, biçe ji dayîka wê re.

Sabiha Temizkan li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyê kirasê bo dayîka xwe kirîbû parvekir û got: “Kirasê dayîka min bo nav girtîgehê nehat qebûlkirin. Xwe bigrin sedema wê eşkere dikim; Rengên wê. Erê kirasekî dabeşkar berî bikeve nav girtîgehê hat bê bandorkirin.”

Leyla Guven ji meha Kanûna 2020an ve li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan girtî ye. Leyla Guven û Hevseroka HDPê ya Amedê Hulya Alokmen ku li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan girtî ne, ji ber govend gerandin û stranên Kurdî gotibûn cezayê ragihandin û hevdîtinê li wan hatibû birîn û dadgehê jî derbarê vê dozê de destûr nedabû wan daku parastina xwe bi Kurdî bikin.