Karayilan 'armancên konsepta şer' eşkere kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Murat Karayilan behsa 5 armancên artêşa Tirkiyê û 3 faktorên di vê qonaxê de kir û tekez kir, “Girîng e ku civaka Kurd yek be. Ji xwe dijmin tim hewl dide ku yekîtiya me xira bike û şerê navxwe derxîne.” Karayilan behsa firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê jî kir û got, “Her welatekî parçeyek da, formul pêşkêş kirin” û sedema qebûlkirina agirbestê ji aliyê Tirkiyê ve di 2012an de jî eşkere kir.”
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a PKKê Murat Karayilan bi rêya cîhaza ragihandinê ji hêzên gerîla re axivî û behsa rewşa şer û dawîn pêşhatan kir.
Murat Karayilan di wê gotara xwe ya bo gerîla de, behsa şer û pevçûnên li gel artêşa Tirkiyê û amaje bi wî kir ku “planeke têkibirinê” hebû û got, ““Têkoşîna me ketiye pêvajoya herî girîng a dîrokê. Li dijî êrişên topyekûn ên AKP-MHP û Ergenekonê ya qirker faşîst, berxwedana me gihîştiye asteke gelekî girîng.”
Fermandarê NPGê behsa “5 konseptên şer” kir ku bi gotina wî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî PKKê ketibûn dewrê ew jî wiha rêz kirin, “Yekem; bi rêya tecrîda mutleq û êşkenceya li ser Rêberê me bike ku gavê paşve biavêje. Duyem; heta sala 2017an gerîla bi temamî tasfiye bike, sîstema kontrolê ya fermandariyê ji hev belav bike û parçe bike. Sêyem, bi zextên faşîzan û tundiyê girseya Bakurê Kurdistanê bitepisîne, belav bike û teslîm bigire. Bi vê armancê xwest siyaseta demokratîk a Kurd bi temamî bixe bin zextê, çeperên wan hemûyan ji dest bigire û tasfiye bike, li gel vê yekê tevgerên çep-sosyalîst ên Tirkiyeyê bi heman rengî tasfiye û lawaz bike. Çarem; bi bikaranîna hêza siyasî, hêzên şoreşa Rojava bixe ‘lîsteya terorê’ û Şoreşa Rojava tasfiye bike. Pêncem; Berxwedana xelkê Êzidî ya Şengalê têk bibe û ji nû ve bixe bin zext û zordariya xwe. Bi kurtasî armanca rejîma vê dewleta qirker mêtinger ev bû.”
Lê bi gotina Karayilan ev “konsepta şer” bi ser neket û lewma rejîma heyî “di nava krîzeke piralî û kûr de ye. Vê rejîmê xwest me biqedîne. Jê nehat. Ew bi xwe hatiye ber tune bûnê û êdî ketiye pêvajoya bi temamî jiholêrabûnê.”
Murat Karayilan behsa dirêjiya şerê li gel artêşa Tirkiyê kir û got, “Bi esasî hêzên sermayeya global û NATOyê ji 15ê Tebaax 1984an û vir ve nexwestin ku artêşa Tirk li hemberî gerîla têk biçe. Lê belê bi sala 2012an re dît ku artêşa Tirk li pêşberî gerîla tengav bûye, têk diçe. Ji ber vê yekê jî îlana agirbestê qebûl kirin.”
Di dewama gotinên xwe de Karayilan behsa firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê jî kirin ku artêşa Tirkiyê vê heyama dawî gelek bikar tîne û got, “hem li Tirkiyeyê hêzeke paramîlîter a nû bi rêxistin kirin, hem jî bi piştgiriya Gladiyoyê teknolojiya serdemê pêşkêşî dewlet û artêşa Tirk kirin. Her welatekî parçeyek da, formul pêşkêş kirin û kirin ku karibe çêbike. Mînak, ÎHA û SÎHA bi vî rengî dan dewleta Tirk û kirin ku çêbike. Niha Erdogan bi gotina ‘xwecihî û mîlî’ gelekî pesnê xwe dide, lê em znain ku her parçeyek ji welatekî hatiye dayin, hînî wan hatiye kirin û bi vî rengî bi wan dane çêkirin.”
Fermandarê NPGê amaje bi wê kir, êrişên gelek giran û berfireh li ser hêzên wan çêbûn û got, lê hêzên gerîla “li hemberî van êrişan bi rengekî bêhempa li ber xwe dan, dest bi pêvajoyeke dîrokî ya berxwedanê kirin. Bêguman ev berxwedan bi hêsanî nebû. Bi fedakarî û îradeyeke mezin ev pêvajo hate meşandin, tê meşandin.”
Di dewama gotara xwe ya bo gerîla de, Murat Karayilan behsa proseya şer û êrişên li nav axa Başûrê Kurdistaê jî kir û got, armanc ew bû hêzan wan derxin û “bi vî rengî derbê li navendên koordînasyonê yên tevgerê bixin, belav bikin û encamê werbigirin” û derbarê êrişa li ser Garê jî Karayilan got, “armanca wan a esasî tasfiyekirina navenda gerîla bû û bi dagirkirina vê derê re bi rengekî avantaj dest bi sala nû bikin” lê bi gotina wî ev plan bi ser neket.
Derbarê êrişa ku 23ê Nîsanê jî destpê kir Karayilan got, “23ê Nîsanê li herêma Avaşînê, li qada Ertûşê ya Zapê, li qada Qaşûra ya Metînayê dest bi êrişê kirin. Wan hesabê wê kirin ku ‘hêzên me wê nikaribe li hemberî teknolojiya bilind rawestin, di nava hefteyek du hefteyan de wê karibin van deveran dagir bikin û di demeke kurt de Avaşîn, Zap û Metînayê kontrol bikin’.”
Li gor Karayilan, armanca artêşa Tirkiyê ew bû di heyama 2-3 mehan de hemû deverên ku hêzên wan lê hene kontrol bike û dibêje, “dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê li aliyekî, nekarîne li Avaşîn, Ertûş a Zapê û Qaşûra ya Metînayê kontrolê bi temamî bikin. Li hin deveran hêzên xwe yên dagirker bi cih kiribin jî li herêmê serwer nebûne. Li Avaşînê hîn gelek qad hene ku nekarîne bikevin û berxwedaneke mezin lê tê meşandin.”
Murat Karayilan behsa taktîkên nû yên şer jî kir û got, “Di vê pêvajoyê de girîngiya şerê bi rêbazê tîm ê pispor ku li ser bingeha projeya jinûve avakirina gerîla hate afirandin û rastiya perspektîfa taktîkî ya dema nû ispat bûye. Lewma pratîka 7 mehên dawî ji bo me gelekî girîng e” û Karayilan behsa 3 faktoran kir ku di vê heyamê de li pêş in û got, “Yekem, faktora mirov e. Yanî ne bi leşkerê yekser û klasîk, lê bi leşker û bi bawer ên pispor dikare şer bê meşandin û encam bê wergirtin. Di vir de her wiha kalîteya mirovê xwedî bawerî û biryardariya îdeolojîk, di îradeya şer de faktorekî bingehîn e. Duyem, îstîxbarat e. Sêyem jî çeka teknîkê ye. Dibe ku rêbazên şerê psîkolojîk jî bê gotin, lê bi esasî ev 3 faktor diyarker in. Di rastiya şerê heyî de ku ev yek xwe dispêre, veşartîbûn û dîsîplîn gelekî girîng e.”
Murat Karayilan behsa şerê Efxanistanê, vekişîna Amerîkayê û serketina Talîbanê jî kir û got, “artêşa Efganistanê li gel çekên modern û perwerdeya Amerîkayê jî li pêşberî tevgera Talîbanê mîna cemedê heliya. Ji ber ku tenê havênekî şer heye. Ew jî îdeolojî ye, bawerî ye, biryardariya hêzên şervan e. Em niha hewl didin nîşanî her kesî bidin ku îrade û qebîliyeta mirovan dikare teknolojiya serdemê têk bibe.”
Herwiha di dewama gotara xwe de Karayilan amaje bi wê kir ku dewleta Tirkiyê, behsa “şer û windahiyên” xwe nake û derbarê daristanan de jî got, “Li Tirkiyê daristan şewitîn gelê Kurd û tevgera me sûcdar kirin. Lê ev şewat ji ber sedemên sirûştî bûn û hin komên berjewendiyê ji bo rantê ev şewat derxistin. Li ser me hiştin, nav jî dan. Çima? Ji ber ku niyeta wan ne baş e, ew li Kurdistanê daristanan dişewitînin, ji wan weye ku em jî li Tirkiyê daristanan dişewitînin.”
Karayilan dibêje, bi şer û êrişan Tirkiye nikare encamekê werbigire û bi gotina wî, “Tenê rêyek heye, ew jî ku vê rastiyê qebûl bikin. Wê hebûna Kurdan bi gelî nas bikin.
Di axaftina xwe de Murat Karayilan tekezî li ser girîngiya yekîtiya Kurdan kir û got, “Bi giştî girîng e ku civaka Kurd yek be. Jixwe dijmin tim hewl dide ku yekîtiya me xira bike û şerê navxwe derxîne. Çima? Ji ber ku yekîtî girîng e û di dîroka me de tim ji ber problemên neavxwe me winda kiriye. Hin sedem hene ku ev yekîtî xira kiriye. Û ev hê jî bi rengekî li ser me bandorê dike.”