![Yekemîn civîna dadgehê derbarê doza Kobanî de, ku roja 26ê Nîsana 2021an li Enqerê hat lidarxistin. Yekemîn civîna dadgehê derbarê doza Kobanî de, ku roja 26ê Nîsana 2021an li Enqerê hat lidarxistin.](https://www.rudaw.net/s3/rudaw.net/ContentFiles/603017Image1.jpg?mode=crop&quality=70&rand=1&scale=both&w=752&h=472&version=4307587)
Yekemîn civîna dadgehê derbarê doza Kobanî de, ku roja 26ê Nîsana 2021an li Enqerê hat lidarxistin.
Hewlêr (Rûdaw) - Çaremîn rûniştina Doza Kobaniyê îro li Enqerê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê birêve diçe.
Îro çaremîn rûniştina dadgehê ya derbarê doza bûyerên Kobaniyê de tê kirin, ku tê de tevî hevserokên HDPê yên berê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, 24 girtî bi tevahî 108 endam û berpirsên HDPê tên darizandin.
Parêzerê Selahattin Demirtaş Mahsunî Karaman, li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Peryoda rûniştina çaremîn a Doza Kobanî ya fen û fêl (kumpas) li 22emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê dê birêve biçe. Ev peryod dê heta 1ê Cotmehê berdewam bike.”
Di doza bûyerên Kobaniyê de Serdozgerê Giştî yê Komarî yê Tirkiyê, ji bo 108 berpirs û endamên HDPê daxwaza 19 hezar û 680 sal zindanê dike û herwiha bo 38 kesan jî daxwaza zindanîbûna heta hetayê dike.
Bûyerên Kobanî
Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe û xeteke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin.
Li gor raporta Komelaya Mafên Mirov a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê, wê demê zirar gehiştibû hezar û 113 avahiyan jî.
Yekemîn rûniştina dadgehê li ser wê dosyayê piştî derbasbûna 6 salan di ser bûyeran re, roja 26ê Nîsana 2021ê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê hatibû kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse