Li 2 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin

20-09-2021
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Qedexe PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 2 gundên Bedlîsê û mezrayên wê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve hatiye belav kirin, îro 20ê Îlonê, li gundên Destomî, Doganlikoy û çen d mezrayên wan herdu gundan, bi hinceta hebûna gerilayên PKKê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Li gor ku walîtî dibêje li gundên navbirî ji 20 Îlonê demjimêr 05.00an şûnde heta fermaneke din qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Ev demeke dirêj e li bajarên Kurdan yên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda yên weke ewlehiyê qedexeyên derketina derve û qedexeyên her cure çalakiyan tên ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst