Ji Federasyonên Kurdî yên li 4 welatan ji bo DIAKURD biryar

20-09-2021
RÛDAW
Nîşan DIAKURD Diyasporaya Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Federasyonên Kurdî yên Almanya, Danmark, Fînland û Norwecê, ji bo damezrandina Konfedarasyona Kurdên Diyasporayê, ango DIAKURD pêngavek nû avêtin û biryar dan, kongreya damezrandina vê konfederasyonê di 22ê Çileya 2022an de bê lidarxistin.

Nûnerên Federasyonên Kurdî yên li çar welatên Almanya, Danmark, Fînland û Norwecê rojên 18 û 19 Îlonê, li bajarê Giessen ê Almanyayê civiyan.

Konferansa Federasyonên Kurdî yên li wan çar welatan ji bo nirxandina xebat û çalakiyên bihorî yên federasyonan û plankirina kongireya damezrandinê ya Konfedrasyona Diyasporaya Kurdî (DIAKURD) hat lidarxistin.

Di konferanseke du rojî de, Dr. Osman Aytar û Vildan Tanrikulu babetên taybet bi lêkolînên li ser diyaspora û dîroka xebata Kurdên diyaspora pêşkêş kirin.

Federasyona Kurdên welatên Soviyeta berê weke çavdêr di konferansê de amade bûn.

Konferansê bang li hemû federasyon û navendên Kurdistanî yên diyaspora yên derveyî xebata DIAKURDê kir, ku beşdarî wê civînê bibin.

Konferansê biryar da ku kongireya damezrandina DIAKURDê di 22.1.2022an de bê rêkxistin.

Di kongireyê de nûnerên federasyonan, kesayetiyên pispor, nûnerên partî û rêkxistinên neteweyî û dostên Kurdan li diyasporayê amade dibin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst