Hat nûkirin - Apê Mûsa li cihê kuştina xwe hat bibîranîn

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Musa Anter, li Amedê cihê ku 29 sal berê lê hatibû kuştin hat bibîranîn. Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Musa Anter, 29 sal berê 20ê Îlona sala 1992an li taxa Seyrantepe ya Amedê ji aliyê JÎTEMê ve hat kuştin.

Komeleya Dîcle Firatê ya Rojnamevanan (DFG) ji bo bîranîna Musa Anter li wê kolana ku hatibû kuştin bernameyeke bîranînê saz kir. Gelek rojnamevan û rêveberên HDP û DBPê beşdarî bîranînê bûn.

Hevseroka DFGê Dîcle Muftuoglû, di bîranînê de got: “Mejiyê ku 29 sal berê xwest li vê kolanê Apê Musa qetil bike, dixwest ku tevahiya medyaya Kurd were bêdengkirin. Tevî hemû zext û kuştinan jî pênûsa Apê Musa li erdê nema. Em îro jî li vir didin nîşandan û dibêjin wê medyaya Kurdî neyê bêdengkirin. Yên ku Ferhat Tepe gulebaran kirin xwestin kevneşopiyekê nehêlin. Yên ku wê rojê Apê Musa gulebaran kirin xwestin wê pênûsê li erdê bihêlin, lê medya azad ev kevneşopî dewam kir û destûr neda wan. Ji bo kujerên Apê Musa bên darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Qelebalixê piştî axaftinan wêneyê wî û qerenfîl danîn cihê Musa Anter lê hatibû kuştin.

Li aliyê din Parêzgariya Mêrdînê, bi hinceta bîranîna Musa Anter li bajêr hemû çalakî bo dema 15 rojan qedexe kirin. Di daxuyaniya Parêzgariya Mêrdînê de tê gotin: “Musa Anter ê ku rojnameya Îlerî Yurt derdixist di 20ê Îlona 1992an li taxa Seyrantepe ya Amedê di êrîşeke çekdarî de canê xwe ji dest da. PKK û kesên girêdayî wan dê li ser gora wî û li cihê bûyerê bîranînan bikin.”

Musa Anter kî ye?

Musa Anter sala 1920an li gundê Sitîlîlê ser bi navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û di sala 1944an de ligel Ayşe Hale Zapsu ya keça rewşenbîrê Kurd Evdirehîm Rehmîyê Hekarî (Zapsu) zewicî. Rehmiyê Hekarî jî zavayê malbata Bedirxanîyan bû. Sê zarokên Musa û Hale Anter bi navê Anter, Rahşan û Dîcle çê bûn.

Musa Anter sala 1943an di avakirina Dicle Talebe Yurdu de cih girt û di navbera salên 1960 - 70an de li ser rewşa Kurdan rojnameyên weke Dicle'nin Kaynagi, İleri Yurt derxsitin. Herwiha yek ji damezrênerên Navenda Çandê ya Mezopotamya û Enstîtuya Kurd a Stenbolê bû.

Ji ber nivîsa xwe ya bi navê Qimil hat dadgehkirin, di her sê derbeyên leşkerî yên li Tikriye pêk hatin de, ji ber nivîs û daxuyaniyên xwe hat girtin. Di 20ê Îlona 1992an de li Amedê ji aliyê hêzên tarî JÎTEMê ve hat kuştin. Pirtûka wî ya bi navê “Bîranînên min” ji aliyê nivîskarê Başûrê Kurdistanê Mihemed Izzedîn ve bo Soranî hat wergerandin.