Li Bakurê Kurdistanê dema çêkirina bastiq û doşava tirî ye

20-09-2020
RÛDAW
Piştî berhevkirina mûsimê Tirî ji aliyê cotkaran ve, li Bakurê Kurditanê dest bi çêkirina doşava Tirî, bastiq, benî û berhemên din hatiye kirin. Wêne: AA
Piştî berhevkirina mûsimê Tirî ji aliyê cotkaran ve, li Bakurê Kurditanê dest bi çêkirina doşava Tirî, bastiq, benî û berhemên din hatiye kirin. Wêne: AA
Nîşan Bakurê Kurdistanê Dîlok Bastiq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî berhevkirina mûsimê Tirî ji aliyê cotkaran ve, jinên parêzgeha Dîloka Bakurê Kurditanê dest bi çêkirina doşava Tirî, bastiq, benî û berhemên din kirine. Jinên cotkar dibêjin ew cûrên xwarinê ku ji şerbeta Tirî tên çêkirin bêyî ku tu madeyên cuda tevlî bikin bi awayekî xwezayî çêdikin.

Ji her 750 kîloyên Tirî, cotkar 50 kîlo bastiq û cûrên wê berhem tînîn û her kîloyekê bi 30-50 lîreyê Tirkî difroşin. Kîloyê benî jî bi 80 lîreyî tê firotin.

Jina bi navê Elîf dibêje, ew destpêkê Tiriyê xwe di hewizan de, diperçiqînin û dinimînin, duvre cûrên xwarinê yên cûrbecûr jê çêdikin.

Elîf dibêje:"Di rêza destpêkê de, em diperçiqînin, çûpa wê ji nav derdixin û ava wê dinimînin, pişt re ji bo kelandinê em dixine nav qazanan, dema dikele, bi satilan li ser ban ji bo bibe bastiq em radixin. li gundê me bastiq, benî, doşava Tirî, yê ku dixwaze garis û simit tevlî dike, keşkê jî jê çêdike". 

Cotkarê bi navê Abdulkadir Taşçilar jî dibêje, ew berhemên xwe bi awayekî xwazayî bêyî ku tu madeyên cuda tevlî bikin amede dikin.

Abdulkadîr Taşçilar ragihand: "Tenê dema ku em tirî diperçiqînin, em axa spî bi ser werdikin da ku binime, bi temamî xwezayî ye, di dema ku em bastiq jî çêdikin em nîşasta bi kartînin, ji bo keşkê jî em simît tevlî dikin".

Cotkar ji her 750 kîloyên Tirî, 50 kîlo bastiq û cûrên din berhemtînîn û her kîloyekî ji doşava Tîrî, bastiq û keşkê, bi bûhayê 30-50 lîreyê Tirkî difroşin û kîloyê beniyan jî bi bûhayê 80 lîreyan tê firotin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst