Ji ber şer û topbaranê zêdetirî 2000 donim daristan li Kanî Masê şewitiye

Duhok (Rûdaw) – Şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKK û leşkerên Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê berdewam in û ew navçe berdewam ji aliyê Tirkiyê ve tên bombebaran û topbarankirin. Li gor Qayimqamê Amêdiyê, zêdetirî 2000 donim daristan li Kanî Masê şewitiye ziyana ku bi ber kiştukala navçeyêketiye gihîştiye nêzikî 6 milyar dînar.

Di encamê şer û pevçûnên PKK û Artêşa Tirkiyê de ev 2 roj in agir bi aqarê gundê Bêdhê li navçeya Kanî Masê ketiye.

Ew agir heta nava gund belav bûye û ji 250 malên gund niha tenê 15 mal hene û niha gund di nav dukêlê de maye.

Ji wan malên li gund mane yek ya hunermend Aşur Berwarî ye û ew dibêje di encama şewatê de ziyaneke mezin gihîştiye xelkê deverê.

Aşur Berwarî dibêje, “tirseke mezin di nav xelkê de belav bûye û ziyanên mezin gihîştine xelkê. Ev çiya hemû şewitîn. Ziyan bi milyon dolaran jî nayên qerebûkirin.”

Bi sedan donim aqarê gundê Dûrêjî şewitiye. Ew agir heta derdora avahiyên bajarokê Kanî Masê hatiye û piştre hatiye kontrolkirin.

Cotkarê bi navê Şilîmon Esnîr dibêje, piştî ku agir pê ket, “Pasewanên Sînor hatin û gotin bombebaran kirine li Rebî`a serê çiyayê Kurê Zêr.”

Bombebarankirina navçeyên sînorî berdewam e û li gor amarên ne fermî salane ziyanên her malbateke sînorî ji digihije heta 15 milyon dînar.

Çalakvanê bi navê Rêber Dêrîşkî dibêje, “Kiştûkalê avî ziyan nebûye lê berhemên çiyayî wek kizwan, guhîşk û ew darûbarên ku xelk sûd jê werdigire, bi hezaran donim şewitiye.”

Li gor Qayimqamê Amêdiyê, zêdetirî 2000 donim daristanê li Kanî Masê şewitîne û ziyana ku bi ber kerta kiştukalê navçeyê ketiye gihîştiye nêzikî 6 milyar dînar.