Heyder Şeşo: Em nikarin xwe ji Kurdistanê cuda bikin

20-09-2019
Nasir Elî
Partiyên Kurdistanî li Mûsilê amadekariyan dikin, ji bo ku bi lîstekî hevbeş beşdariyê di hilbijartinên encûmena vê parêzgehê de bikin
Partiyên Kurdistanî li Mûsilê amadekariyan dikin, ji bo ku bi lîstekî hevbeş beşdariyê di hilbijartinên encûmena vê parêzgehê de bikin
Nîşan Mûsil Hilbijartin Kurd Kurdên Êzidî Heyder Şeşo
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Partiyên Kurdistanî li Mûsilê amadekariyan dikin, ji bo ku bi lîstekî hevbeş beşdariyê di hilbijartinên encûmena vê parêzgehê de bikin, ku dê li 1ê Nîsana 2020an de bê encamdan. PDK û YNK ji bo vê yekê carekê civiyane, lê Hevpeymaniya Partiyên Êzidî dibêje, ti kesî li ser lîsta hevbeş a Kurdistanê tiştek ji wan re negotiye û Serokê Partiya Demokrata Êzidî, Heyder Şeşo jî dibêje, eger ji wan re bê gotin, ew xwe ji Kurdistanê cuda nakin.

Partiyên Kurdistanî li Mûsilê dixwazin bi lîsteyekî hevbeş beşdarî hilbijartinên encûmena parêzgehê bibin. Ji bo vê yekê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) carekê bi hev re civiyane.

YNK û PDKe li ser wê yekê hev nerînin, ku divê bi lîsteyekî hevbeş beşdarîiyê di hilbijartinên Mûsilê de bikin û PDK li ser vê mijarê gelek rijd e.

Lê li aliyekî din, Hevpeymaniya Êzidiyan jî dibêje, kesê ji wan re negotiye ku dê lîstekî Kurdistanî li parêzgeha Neynewayê (Mûsilê) hebe ti kesî ji wan nexwestiye ku tevli wê lîsta Kurdistanî bibin û tekez dike, eger ji wan re bê gotin, dê wan jî li ser vê yekê nerîna xwe hebe û ew xwe cuda nakin.

Birya r eroja 1ê Nîsana 2020an, hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê bêne lidarxistin. Ew hilbijartin dê li 15 parêzgehan, Kekûk û Mûsil jî di nav de, birêve biçin û parêzgehên Herêma Kurdistanê li xwe nagire.

Aliyên Kurdî li Kerkûkê lîstekî hevbeş bi navê Kekûk Kurdistan e, ragihandine û li parêzgeha Mûsilê jî amadekariyan dikin ku bi lîstekê beşdariyê di hilbijartinan de bikin.

Li parêzgeha Mûsilê, gelek qeza û navçe û nahiyeyên wê, Kurdistanî ne û di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de weke navçeyên nakok tên hesibandin ku divê li gor madeya 140 a destûra Iraqê, bi referandumê çarenivîsa wan bê diyarkirin.

Berpirsê Melbenda YNKê li Şingalê, Dawûd Cundî ji Rûdawê re ragihand, ku heta niha civînek di navbera endamên polîtboruyên PDKê û YNKê li ser çêkirina lîstekî hevbeş li paêrzgeha Neynewayê, hatiye kirin, lê belê hêj rêketina dawî li ser nehatiye kirin.

Derbarê helwesta YNKê ya li ser amadekirina lîsta hevbeş a Kurdistanî de, Dawûd Cundî diyar kir: “Weke YNKê em li gel wê yekê ne ku partiyên Kurdistanî yên parêzgeha Neynewayê bi lîstekê beşdariyê di hilbijartinan de bikin. Ji bo vê lîstê, em amade ne li gel hemû partiyên Kurdistanî yên Mûsilê danûstandinê bikin.”

Parêzgeha Neynewa ango Mûsilê, ji hemû partiyan bêtir ji PDKê re giringtir e, çimku ji sala 2003 ve û heta niha, PDK partiya herî bihêz a Kurdistanî li wê parêzgehê ye û piraniya dengên kurdên wê parêzgehê bidest dixe.

Berpirsê Liqa 4 a PDKê li Mûsilê, derbarê hewlên ji bo çêkirina lîsteke Kurdistanî li wê parêzgehê ji Rûdawê re ragihand: “Wek PDKê helwesta me aşkere ye û em li gel wê yekê ne ku ne tenê li gel YNKê, lê belê li gel hemû aliyên din ên Kurdistanê li hev bikin.”

Elî Xelîl dibêje: “PDK bi çavekî Kurdistanî li wan navçeyan dinihêre û em naxwaz ku heta dengekî Kurdan jî xusar bibe. Eger her yek ji me bi awayekî cuda beşdar bibin, wê demê dengên Kurdan li wê derê belav dibin, lewma em bi baş dizanin ku bi lîstekê beşdar bin û eem amade ne serdana hemû partiyên Kurdistanî yên sînorê Neynewayê jî bikin.”

Her li Mûsilê, beriya mehekê 4 partiyên Êzidî li Şingalê hevpeymaniyek ava kirin, lê paşê partiyek ji vê hevpeymaniyê vekişiya. Partiya Demokrata Êzidî, ku Heyder Şeşo serkirdatiya wê dike, yek ji wan partiyên endamê hevpeymaniyê ye.

Serokê Partiya Demokrata Êzidî, Heyder Şeşo ragihand: “Me hevpeymaniyek ragihandiye û em mijûlî amadekirina lîstekê ne. Heta niha jî biryar e v  e ku em bi tenê beşdariyê di hilbijaertinan de bikin.”

Derbarê wê yekê de ku gelo ew amade ne, li gel Lîsta Kurdistanî, bi lîsteke hevbeş di hilbijartinan de beşdar bibe, Heyder Şeşo destnîşan kir: “Em nikarin xwe ji Kurdistanê cuda bikin, hêj ti partiyeke Kurdistanî daxwaz ji me nekiriye ku em tevli nav Lîsta Kurdistanê bibin, lê belê eger daxwaz kirin û bernameyên wan di berjewendiya Êzidiyan de bû, em amade ne li gel Lîsta Kurdistanî û bi lîstekê beşdariyê di hilbijartinan de bikin.”

Parêzgeha Mûsilê, duyemîn parêzgeha mezin a Iraqê ye û yek ji 3ê nifûsa wê parêzgehê Kurd in. Li beşek ji qezayên wê parêzgehê, Kurd puraniya infuse pêk tînin û li piraniya qezayê wê jî Kurd hene.

Niha ji 39 endamên encûmena parêzgeha Mûsilê, 13 kes Kurd in ku 9 kes ji PDKê ne, 3 ji wan endamên YNKê û kesek jî kotaya Êzidiyan e.

Ji bo hilbijartinên vê carê biryar hatiye dan, ku hejmara kursiyên encûmena wê parêzgehê ji 39 kursiyan bo 27 kursiyan bê kêmkirin, ku 3 kes ji wan 27 kesan, weke kursiyên kota ji bo Krîstiyan, Êzidî û Şebek hatine diyarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst