Li Qamişlo hinek dermanxane hatin girtin

20-09-2018
Xalid Cemîl Mihemed
Li ser biryara Wezareta Tendirustiyê, çend dermanxane hatine girtin
Li ser biryara Wezareta Tendirustiyê, çend dermanxane hatine girtin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Heseke Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, rewşa derman û dermanxaneyan, ji aliyê Yekîtiya Dermansazan ve, ku weke sendîkayeke sivîl kar dike, herwiha ji aliyê Rêveberiya Tendirustiyê ya parêzgeha Hesekê ve, ku ser bi Wezareta Tendirustiyê ya hikûmeta Sûriyê ye, tê şopandin.

 

Li gorî ragihandina medyaya ser bi hikûmetê, li ser biryara Wezareta Tendirustiyê, Rêveberiya Tendirustiyê ya Hesekê çend dermanxane li herdu bajarên Qamişlo û Hesekê girtin û hinek dermansaz veguhastin bo Encûmena Sizadanê.


Endamê Yekîtiya Dermansazan li Qamişlo, doktor Celal Eyyûb, ji Rûdawê re ragihand, ku li gorî zanyariyên wan, li bajarê Qamişlo derdora 7 dermanxaneyan, di dema bêhtir ji 2 mehan ve, hatine girtin.


Sedema girtina wan jî, li gorî gotina Eyyûb, vedigere wê yekê ku yan ew bê rêdan û ruxset kar dikin, yan jî dermanên qedexe, bi bê reçêteke fermî ji bijîşkên pispor difiroşin.


Hewiha mercên karê dermansaziyê li cem hinekan jî peyda nabin, yan jî hinek ji wan ne dermansaz in, lê dermanxaneyan vedikin, weke ku endamê Yekîtiya Dermansazan dibêje.


Celal Eyyûb got ku derman ji Heleb û Şamê ji wan re tên û nirxên dermanan jî, bi piranî normal in, lê hinek dermansaz beşekî ji dermanan bi nirxekî buhatir difiroşin, lê eger gilî li wan bê kirin, ew têne agahdarkirin yan sizadan, lê bi piranî dermanên pêwîst peyda dibin.


Rêveberê Tendirustiyê li Hesekê, Mihemed Reşad Xelef ragihandibû ku girtina 12 dermanxaneyan li Hesekê û Qamişlo bi biryara wezîrê tendirustiyê bû û li gorî pêşniyara Rêveberiya Tendirustiyê bû, derbarê hinek serpêçiyên van dermanxaneyan, ku ew jî dibêje 10 ji wan li Qamişlo ne û 2 jî li Hesekê ne.


Xelef herwiha got ku 6 dermansaz û hejmarek ji karmendên van dermanxaneyan, hatine veguhastin bo Encûmena Sizadanê ji bo ku bêne dadgehkirin.


Bi gotina Xelef, hinek serpêçî derbarê wê yekê hebûn, ku dermansaz ne li ser karê xwe bûn, hevdem kesên ne pispor li şûna wan kar dikirin. Hinek jî, bi sedema nebûna rêdan û ruxsetan, yan bi sedema nepabendiya wan bi nirx û bihayên dermanan.


Endamê Yekîtiya Dermansazan jî got ku ew derbarê girtina dermanxaneyeke serpêç, hevahengiyê ligel aliyê rêveberiya desthilatdar dikin, ku li navçeya wê dermanxaneyê ye, çi hikûmet be, çi jî Rêveberiya Xweser be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst