Festîvala zebeşên Amedê hate betalkirin

Navenda Nûçeyan - Li Amedê biryar bû 8mîn Festîvala Zebeşan bê sazkirin, lê qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate tayînkirin, festival betal kir.

 

Her sal di meha îlonê de li Amedê festîvala zebeşan tê lidarxistin û îsal jî biryar bû di navbera 22 û 23yê îlonê de 8mîn Festîvala Çand û Zebeşan a Amedê bê sazkirin.


Qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate tayînkirin bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji bo ew bibin minaka tedbirên teserûfê wan biryara hilweşandina festîvala navborî dane.


Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de wiha hate gotin: “8mîn Festîvala Çand û Zebeşan a Amedê ya ku biryar bû li bajarê me di navbera 22 û 23yê îlonê de bê lidarxistin ji bo bibe minaka tedbirên teserûfê hate betalkirin.”


Zebeşên Amedê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi giraniya xwe ya zêde navdartirîn zebeş in. Beşeke mezin a zebeşan ji bo firotina nava baza navxweyî tên çandin. Lê li hin bostan û zeviyan zebeş tenê ji bo festîvala zebeşan tên çandin.


Car heye niha zebeşê herî giran ê Amedê derketiye 64 kîlo.