Birîndarekî din ê êrişa Koyê canê xwe ji dest da

20-09-2018
RÛDAW
Nîşan HDK PDKÎ Demokrat Koye Êriş Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birîndarekî din ê êrîşa muşekî ya Îranê bo ser bargehên partiyên Rojhialtê Kurdistanê li navçeya Koyê, canê xwe ji dest da.

 

Qadir Izetî ku bi Mame Qale Rîşe dihat naskirin, temenê wî 65 sal e pêşmerge û kadoreyekî Hizba Demkorata Kurdistanê (HDK) bû, ku di êrîşa roja 8ê Îlonê ya bo ser baegehên her du aliyên demokratan de birîndar bibû.

 

Li gorî daxuyaniya HDKê, pêşmerge û kadoryê dêrîn ê wê partiyê Qadir Izetî duh Çarşembiyê li nexweşxaneya Silêmaniyê ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest daye.

 

Qadir Izetî nêzîkî 40 salan dibû ku di nava rêzên Hizba Demorkat de bû. Termê wî pêşmergeyê HDKê li goristana Şehîdên Demokratê li baregeha HDKê li navçeya Koyê bi axê hat spartin.

 

Roja 8ê vê mehê Supaya Pasdarên Îranê bi 7 mûşekan bargehên her du aliyên demokrat, Hizba Demokrata Kurditanê û Partiya Demokrata Kurditana Îranê li navçeya Koyê kirin aramnac.


Di encama wê êrişa Îranê de, 15 kesan di cih de canê xwe ji dest dabûn û 40 kesên din jî birîndar bibûn. Di nava qurbaniyên êrişê de, jin û zarok jî hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst