Galeriya wêneyan

20-09-2018
18 Photos
RÛDAW
Xaneqîn (Rûdaw) - Îro di 10mîn roja meha Muherremê de, Kurdên Şîe yên li navçeya Xaneqînê bi merasîmeke mezin ew bîranîna mezhebî ya dîrokî bi bîr anîn.

Ji bo parastina ewlehiya bajêr û xelkê di dema birêveçûna merasîma mezhebî, hatinûçûna otomobîl û motorsîklêtan îro li nav bajarê Xaneqînê hatibû qedexekirin.

Bawermendîn Şîe îro li Xaneqînê daketin ser cade û kolanan û bi zincîran li xwe dan û şehîdbûna Hz Husên, neviyê pêxemberê îslamê Hz Mihemed (silavên xwedê lê bin) bi bîr anîn.