Li Girê Sipî boriyên avrêjê têne nûjenkirin

20-09-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Girê Sipî Rojavayê Kurdistanê Avrêj Nûjenkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî derxistina Reqayê ji destê DAIŞê, Encûmena Sivîl a Reqayê hat pêkanîn. Encûmen niha li çend bajarokên ser bi parêzgehê û yên derdorê ku ji aliyê HSDê ve tên birêve birin, dest bi cîbicîkirina gelek projeyên xizmetguzarî kiriye. Komîteya Projeya Av û Avrêjê ya Encûmena Sivîl a Reqayê li bajarokê Girê Sipî boriyên avrêjê nûjen dike.

 

Komîteya Projeya Av û Avrêjê ya Encûmena Sivîl a Reqayê li bajarokê Girê Sipî xeta avrêjê nûjen dike. Di dema şer de piraniya xeta avrêjê jikar ketibûn, lê niha bi boriyên çîmento bi kûrahiya 6 metreyan xeta avrêjê li wî bajarokî tê nûjenkirin.

 

Berpirsê projeya nûjenkirinê Ehmed Dendel dibêje: “Em li devera herî sereke li cadeyên Girê Sipî kar dikin, em dê 4 hêlan bi dirêjahiya 100 metreyan nûjen bikin, niha jî em bi dirêjahiya 35 metreyan boriyan datînin.”

 

10 tîm di projeya avrêjê ya Encûmena Reqayê de kar dikin, li ser gilî û gazinên welatiyan karê xwe dikin.

 

Karkerê bi navê Hemîd Hebaş dibêje: “Komîteya Jinûve Avakirinê ya Encûmena Reqayê dest bi karê projeya avrêjê kiriye, li gor gilî û gazinên welatiyan rojane karê xwe dikin. 5 tîmên avrêjê, 3 tîmên borî danînê, tîmekî rêxweşkirinê û tîmekî rakirina paşmayên avrêjê karê xwe dikin.”

 

Tîma avrêjê bi firebûna 50 cm û kûrbûna 6 metreyan erdê dikolin û boriyan datînin û bi vî awayî hêla avrêja ya wî bajarokî nûjen dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst