Ji karsazê Amedî ji bo Barzanî jest

20-09-2017
Gülbahar Altaş
Di ahengê de gul hate barandin
Di ahengê de gul hate barandin
Nîşan Serxwebûn Referandum Kurdistan Amed Karsaz Gulbarandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Duh dema ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li navçeya Soranê  di ahenga piştgiriya referadumê  de gotara xwe pêşkêş dikir, helîkopterek hate ser qadê û bi ser beşdarên ahengê de gul barand. Derket holê, kesê ku gul barand, karsazê ji Amedê Huseyîn Muzafer bûye.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh li navçeya Soran a ser bi Hewlêrê beşdarî ahenga piştgiriya giştpirsiya Başûrê Kurdistanê bû.

 

Dema ku Barzanî di ahengê de gotara xwe pêşkêş dikir, helîkopterek hat û ji esmanan bi ser welatiyan de gul barand.

 

Dîmenên vê bûyerê li ser medyaya civakî, rastî eleqeyeke mezin hat.

 

Derket holê, kesê ku vê yekê kiriye, Kurdekî ji Amedê ye ku 10 sal berê li Hewlêrê dest bi kar kiriye û navê wî Huseyîn Muzafer e.

 

 

 

Huseyîn Muzafer ku di nav şeş salan de bûye xwediyê xwaringeheke navdar ji Rûdawê re diyar kir:

 

“Salên berê bi ser gelê Kurd ê mezlûm de, ji esmanan bombe hatin barandin. Me xwest, em vê peyamê bidin ku li ser rêya dewletbûnê, li şûna bombeyan, dê gul werin belavkirin. Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê piştgirî didin biryara serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya bi pêşengiya Serok Barzanî.

 

Bi vê pêngavê, armanca min a sereke ew e ku peyamek bişînim ji wan kesan re ku dibêjin ji bo serxwebûnê hêj zû ye. Ev peyamek e ku em Kurdên bêdewlet li ser vê rêyê, me çi qezenc kir û piştî vê dê çi qezenc bikin.” 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst