Perwerdeyê dest pê kir lê dibistan bê mamosta mane

Amed (Rûdaw) – Li bajarên Bakurê Kurdistanê malbat û xwendekaran ji ber kêmbûna mamosteyan bertekên xwe nîşandan.


Bi tevahî li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê werza perwerdehiyê ya sala nû destpêkir, xwendevan bi careke hewl dan ku herin dibistanên xwe; lê ji ber kêmasiya mamosteyan ders li gelek dibistanên Bakurê Kurdistanê nehat kirin polên dersan her çiqas bi xwendevanên tije bibe jî,  ji mamosteyan xalî bû û ev yek bû cihê bertekên malbat û xwendevanan.


Roja yekem a perwerdehiya sala nû li bajarê Amedê destpêkir.


450 hezar xwendevanên dibistana sereke û yên navîn bi kelecaneke mezin hewldan ku herin dibistan, mamoste û hevalên xwe bibînin, lê ji ber rewşa awarte û ji karxistina 4 hezar û 300 mamoste ders bi tevahî li gelek dibistanan an tunebû an jî lawaz bû malbat û xwendevanên ku hatine dibistanan bi xemxeyalên şikestî vegeriyan.


Xudanê koleja Dicle Firatê Sabahattin Korkmaz di dibistana wî de her wisa perwerdehiya Kurdî jî heye ew dibêje ku sala perwerdehiyê ya nû herçiqas bi fermî destpêbike jî bi van kêmasiyan hîn gelek meh dê perwerdehî li bakûrê Kurdistanê dest pê neke û dewlet bê tedbîr gavan davêje.


Perwerdekar Sebahedîn Korkmaz ji Rûdawê re wiha got: “Li temamê dibistanên dewletê yên fermî, nîvî nîvî belkî li hinek cihan ji nîvî jî zêdetir, bê mamoste ne niha,j i bo wê jî zarok çûne mektebe mekteb vekirîne, lê rûniştîne şagirt ders nabînin. Herwiha ew mamosteyên ku ji kar hatine dûrxistin jî, ew jî li ber derê mekteban li bin siya daran rûniştîne li benda deriyeke xêrê ne.”


Sala nû ya perwerdehiyê  bi tevahî li Tirkiye û Bakuré Kurdistanê di 19ê Îlonê de dest pê kir û dê di 9 ê meha pûşberê de bi dawî were.