Amed - Apê Mûsa hat bibîranîn

 

Amed (Rûdaw) – Zana û rewşenbîrê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) li cihê ku lê hatibû kuştin, hat bibîranîn.

Îro li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, 23emîn salvegera kuştina nivîskarê navdarê kurd Apê Mûsa hat bibîranîn.

Merasîma bîranîna Apê Mûsa li taxa Seyrantepe ya Amedê û li cihê ku rastî êrişa çekdarî hatibû, hat lidarxistin.

Di merasîmê de ku ji aliyê Komeleya Rojnamevanên Azad ve hatibû organîzekirin, komek parlamenterên HDPê, kurê Apê Mûsa Dîcle Anter, nûnerên saziyên sivîl û hejmarek welatî beşdar bûn.

Kurê Apê Mûsa û parlamenterê HDPê Dîcle Anter di merasîma bibîranîna bavê xwe de axivî û got, bavê min digot “bingeha komara Tirkiyê xelet hatiye danîn”. Qesta wî ew bû ku bingeha komarê li ser înkar û tinekirinê hatiye danîn, ev jî dibe sedema derketina serhildanê. Heta niha jî înkar û tinekirin didome lê ev pirsgirêk bi çek nayê çareserkirin tenê bi diyalogê tê çareserkirin.

Serokê Komeleya Rojnamevanên Azad Hakki Boltan jî axaftinek kir û got, Apê Mûsa pêşengê çapemeniyê bû û bi nivîs û çîrokên xwe rê nîşanî gel dikir. Em jî hewl didin di rêya wî de bimeşin.   

Apê Mûsa roja 20ê Îlona 1992ê li bajarê Amedê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû.

Heta niha jî dosyeya kuştina Apê Mûsa negihîştiye encamekê!

Tê îdiakirin ku Apê Mûsa ji aliyê rêxistina leşkerî ya bi navê JÎTEMê ve hatiye kuştin.