Salih Mislim: Me dizanîbû rêjîma Sûriyê wisa zû hilnaweşe

20-09-2015
RÛDAW
Salih Mislim
Salih Mislim
Nîşan Kongreya PYDê Salih Mislim
A+ A-

 

Dêrik (Rûdaw) – Hevserokê PYDê Salih Mislim di şeşemîn kongreya partiya xwe de got, me xwe ji bo şer û aloziyên Sûriyê amade kiribû. Mislim her wiha got, dijbere û hikûmeta Sûriyê nikarin pirsgirêkên Sûriyê çareser bikin.

Îro li bajarokê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê, şeşemîn kongreya PYDê dest pê kir. Kongre bi axaftina Salih Mislim vebû.

Salih Mislim di axaftina xwe de diyar kir ku wan dizanîbûn rêjîma Sûriyê wisa zû nayê hilweşandin û got, me xwe ji şer û aloziyên Sûriyê re amade kiribû.

Mislim anî ziman ku sîstema kantonan bijareya herî baş e ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn û got, em bi birayên xwe yên ereb re kar dikin da ku sîstema kantonan li Sûriyê bidin rûniştandin.

Li gorî Hevserokê PYDê, hikûmet û dijbereya Sûriyê nikarin pirsgirêkên wî welatî çareser bikin û hêzên navdewletî jî nekarîne tiştekî mezin ji Sûriyê re nekirine. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst