PWK di pêvajoya fermîbûnê de gaveke din bi pêş ve çû

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) mazbataya Teşkîlata Yenîşehîrê ya Amedê Wergirt û bi vî awayî ew partî di pêvajoya fermîbûnê de gaveke din bi pêş ve çû.

Teşkîlata PWKyê ya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê îro ji Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Yenîşehîrê mazbataya xwe wergirt.

Ji ber ku Serdozgeriya Dadgeha Bilind piştî kongreya damezrandinê ya PWKyê, navê partiyê qebûl nedikir, kongreyên bajar û navçeyan jî nedihatin qebûlkirin.

Li gorî daxuyaniya PWKyê, piştî guharîna Serdozgeriya Dadgeha Bilind, navê PWKyê hate qebûlkirin lê derbarê partiyê doza girtinê berdewam dike.

PWKyê da zanîn ku piştî qebûlkirina navê wê, astengîyên li ber lidarxistina kongreyên PWKyê jî ji hole rabûn û Teşkîlat a Yenîşehîrê mazbata xwe wegirt.

Bi wergirtina mazbataya Teşkîlata Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê pêvajoya fermîbûna PWKyê gaveke din bi pêş ve çû.