Li Wanê 8 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji 33 kesên hatibûn desteserkirin 8 ji wan hatin girtin.

Parêzgariya Wanê ragihand ku Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li seranserê parêzgehê di navbera 12-18ê Tebaxê li ser 68 hezar û 412 kesan û  61 hezar û 614 lêpirsîn hatiye kirin.

Li gorî parêzgariyê, di xebatên lêpirsînê de 33 kes hatine destserkirin ku ji tawanên cûda derbarê wan de biryara girtinê hebûye.

Parêzgariya Wanê ragihand 33 gumanbar piştî karûbarên îfadeyê ji bo dadgehê hatine şandin û 8 ji wan bi biryara dadgehê hatine girtin û ew birine girtîgehê.