Nêçîrvan Barzanî konsulê nû yê Brîtanyayê qebûl kir

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî û konsulê nû yê Brîtanyayê Andrew Bizley li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê axivîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, konsulê nû yê Brîtanyayê Andrew Bizley qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Andrew Bizley daxuyaniyek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî ji bo destbikarkirina Andrew Bizley pîrozbahî li wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştgiriya xwe jê re ragihand.

Andrew Bizley jî ji ber ku wekî konsulê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê hatiye destnîşankirina kêfxweşiya xwe anî ziman.

Herwiha Bizley piştgîrî û xwesteka Brîtanyayê ya ki bo bipêşvebirina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş li gel Herêma Kurdistanê dûbare kir.

Li gorî daxuyaniyê, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê mijareke din a civînê bûye û her du aliyan xwest ku hilbijartin bi awayekî serkeftî bên kirin.

Herwiha li ser pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û pêşketinên dawî yên li herêmê jî hatin gotûbêjkirin.