Êlih - Ji bo şahiyê ketin rê lê şîna wan hat danîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya bakurê Kurdistanê pîkap û barhilgir li hev qelibîn, 4 kesan canê xwe ji dest da.

Pîkapa ku ji bo dawetê ji navçeya Farqînê ya Amedê diçû Mêrdînê li nêzikî gundê Kanîkê yê navçeya Hezoyê ya Êlihê li barhilgirekê qelibî.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Piştî kontrola tîmên tenduristiyê şofêrê pîkapê Medenî Îba (52) û Remziye Îba (58), Mensure Gulera ku di pîkabê da bûn, li cihê bûyerê mirin.

Herwiha Neslîha Îbaya (18) ku bi wesayîteke taybet rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê jî tevî midaxeleya bijîşkan canê xwe ji dest da.

Hat zanîn ku kesên di bûyerê de canê xwe ji dest daye ji navçeya Farqînê ya Amedê ji bo dawetê diçûn Mêrdînê.