Tirkmen û Ereban îtiraz kiribû: Dadgehê li ser Kerkûkê biryar da

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Federal a Îraqê du îtirazên hinek Tirkmen û Ereban ên li ser Kerkûkê red kirin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

Di vê civînê de Endamê YNKyê Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Kerkûkê.

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd 13ê Tebaxê mazbataya Parêzgarê Kerkûkê da Rêbiwar Taha.

Rêbiwar Taha 14ê Tebaxê li Dadgeha Kerkûkê sonda yasayî xwar û dest bi karê xwe kir.

Îtirazên hinek Ereb û Tirkmenan

Serokê Eniya Tirkmenan a Îraqê Hesen Tûran û Endamê Meclisa Bajêr a Kerkûkê Sewsen Ebdulwahîd serî li Dadgeha Federal a Îraqê da ku biryarên civîna li Bexdayê betal bike.

Lê dadgehê îtirazên wan red kirin.

Dadgeha Federal a Îraqê heman rojê îtiraza Parêzgarê berê yê Kerkûkê Rakan Cibûrî jî red kir.

Gilîdaran di serlêdanên xwe de giliyê Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha, Serokê Meclisa Bajêr Mihemed Hafiz û endamên meclisa bajêr Hoşyar Hîcran, Încîl Ziya, Red Salih, Zahir Enwer Asî, Perwîn Fatîh, Neşet Şahwêz û Ehmed Fatîh jî kiribû.

Gilîdaran ji Dadgeha Federal a Îraqê xwest ku heta dadgeh li ser civîna li Bexdayê biryara xwe bide hemû encamên wê civînê betal bike.

Dadgeha Federal a Îraqê jî diyar kir ku pêwîstî bi biryareke bilez nîne û îtirazên wan red kirin.

Bertek hebûn

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê li Otela Rêşîdê civiya û Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Tirkmenan.

Eniya Tirkmenan a Îraqê diyar kiribû ku ew hilbijartin ne hiqûqî ye û ew dê gilî bikin.

Parêzgarê berê yê Kerkûkê Rakan Cibûriyê ku hatibû tayînkirin jî bertek nîşanî civîna li Bexdayê dabû û gotibû:

 “Civîna li Bexdayê ne hiqûqî ye û xiyanet li Ereban hatiye kirin.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî gotibû ku hilbijartina Parêzgarê Kerkûkê ne yasayî ye.