Li Rihayê pevçûn: 3 kes birîndar bûn

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Riha Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê ji ber dayîna rê du grûp pev çûn 3 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li taxa Şîrînkuyuyê ya Siwêregê ya Rihayê di trafîkê de li ser dayîna rê di navbera du grûban de nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê her du grûp bi dar û keviran bi hev ketin.

Di encama pevçûnê de 3 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Hat ragihandin piştî bûyerê hêzên ewlehiyê li taxê tedbîrên ewlehiyê wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst