Gelo dê hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê dîsa bên bipaşxistin?

14 demjimêr berê
Karwan Faidhi Dri @KarwanFaidhiDri
Nîşan Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Rojavayê Kurdistanê ji ber gefên leşkerî yên Tirkiyeyê taloqkirina hilbijartinên herêmî ji bo demeke nediyar gotûbêjan dikin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê biryar dabû ku 11ê Hezîranê li Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan bên kirin.

Tirkiyeyê piştî vê biryarê êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kiribûn û ji bo hilbijartin neyên kirin gef xwaribû.

Amerîkayê jî ji ber nebûna şert û mercên guncaw ji Rêveberiya Xweser xwestibû ku lidarxistina hilbijartinan taloq bikin.

Li aliyê din Reveberiya Xweser ji bo hilbijartinan ev demek e bi gelek aliyan re hevdîtinan dike.

“Ji bo hilbijartinan qet ne hewce ye ku dem were diyarkirin”

Serokê yek ji partiyên Kurdî ku beşdarî civîna li gel rayedarên Rojava bû, bi mercê ku navê wî neyê eşkerekirin li ser hilbijartinan ji Rûdaw Îngilîzî re axivî û got:

Doh em bi Rêveberiya Xweser re li ser mijarê axivîn. Em di wê baweriyê de ne ku divê di vê demê de ev hilbijartin neyên kirin. Ji bo hilbijartinan qet ne hewce ye ku dem were diyarkirin.”

Herwiha wî serokê got, “Rojava di rewşeke pir hesas de dijî.

Divê em hilbijartinan taloq bikin bo demeke guncaw de ku em pêvajoyeke serkeftî derbas bikin.”

Wî siyasetmedarî anî ziman ku wî ji rayedarên Rêveberiya Xweseriya û Desteya Hilbijartinê re gotiye ku niha dem ji bo hilbijartinên herêmî ne guncaw e.

“Heta niha ti biryar negatiye dayî”

Li aliyê din ,Nûnera Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê ji Rûdawê re li ser heman mijarê axivî û got:

"Hinek aliyên siyasî daxwaza paşxistina hilbijartinan kiriye lê heta niha ti biryar nehatine dayîn."

Amerîkayê jî bi hinceta nebûna şert û mercên adil û azad bang li rayedarên Rojava kiribû hilbijartinan li dar nexin.

Rêveberiya Xweser di meha Hezîranê de gotibû ku ev paşxistin bersivek e li ser daxwazên partiyên siyasî yên beşdarî hilbijartinan bûne û "ji bi pêkanîna hilbijartinan bi awayekî demokratîk."

“Dê hilbijartin ji bo demeke nediyar werin bipaşxistin”

Çavkaniyê amaje bi wê yekê kir, "Ez bawer dikim ku hilbijartin di meha Tebaxê de nayên kirin û dê taloq bikin.

Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku hilbijartin dê ji bo demeke nediyar werin bipaşxistin."

Rayedarekî pilebilind ê Rojavayê Kurdistanê ji ber hesasiyeta mijarê ji Rûdawê re bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin, piştrast kir ku di navbera Rêveberiya Xweser û aliyên beşdar de civînek derbarê paşeroja hilbijartinan de pêk hatiye û diyar kir ku heta niha ti rojek ji bo hilbijartinan nehatiye diyarkirin.

Ji bo hilbijartinan divê 20 roj dem ji partiyên siyasî re bê dayîn

Li gorî yasaya hilbijartinên şaredariyan divê 20 roj dem ji partiyên siyasî re bê dayîn ku ji bo hilbijartinan xebatên hilbijartinê bikin.

Ji ber vê yekê, hilbijartinên meha Tebaxê ne mumkin e eger rayedar îstîsnayekê nekin û qanûnê binpê nekin.

Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê

Li gorî zanyariyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser, hilbijartin dê li 7 kanton û herêmên Rêveberiya Xweser ên wekî Şehba-Efrîn, Cizîr, Minbic, Ferat, Tebqa, Reqa, Dêrezorê bên lidarxistin.

Di hilbijartinan de dê ji bo 121 navendan hevserokên şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan werin hilbijartin.

Li Rêveberiya Xweser heta niha 2 caran hilbijartin hatin lidarxistin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan biryar dabû ku 30ê Gulanê hilbijartin werin lidarxistin lê paşê hilbijartin taloqî 11ê Hezîranê kiribûn.

Li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mafê 3 milyon kesan heye beşdarî dengdanê bibin.

Li aliyê din, ew penaberên ku zêdetirî 5 salan li Rêveberiya Xweser niştecih bûne jî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.

Herwiha ENKSyê biryar dabû ku hilbijartinan boykot bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst