Li Colemêrgê 7 cerdevan birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê kamyoneta ku cerdevan vediguhast, wergeriya û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Bûyer îro saet derdora 14:00an li gundê Kehê yê Colemêrgê qewimî.

 Li gorî zanyariyan kamyoneta ku hinek cerdeva tê de bûn li ser rêya gund piştî ku ji rê derket di kendalekê de wergeriya.

Di qezayê de 7 cerdevanên di kamyonetê de  birîndar bûn.

Hat zanîn ku birîna 2 cerdevanan  xedar e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û her 7 cerdevanên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Derbarê qezeyê lêpirsîn hat destpêkirin.