Li Colemêrgê 7 cerdevan birîndar bûn

16 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Qeza Cerdevan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê kamyoneta ku cerdevan vediguhast, wergeriya û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Bûyer îro saet derdora 14:00an li gundê Kehê yê Colemêrgê qewimî.

 Li gorî zanyariyan kamyoneta ku hinek cerdeva tê de bûn li ser rêya gund piştî ku ji rê derket di kendalekê de wergeriya.

Di qezayê de 7 cerdevanên di kamyonetê de  birîndar bûn.

Hat zanîn ku birîna 2 cerdevanan  xedar e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û her 7 cerdevanên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Derbarê qezeyê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêne: ANHA

Gelo dê hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê dîsa bên bipaşxistin?

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê biryar dabû ku 11ê Hezîranê li Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan bên kirin