Ji sedî 31ê xelkê Êlihê ji ber hewaya qirêj dimire!

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Platforma Mafê Hewaya Paqij, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bajarên hewaya wan herî qirêj Êlih, Îdir, Agirî, Şirnex û Meletî yên Bakurê Kurdistanê ne.

Platforma Mafê Hewaya Paqij, amarên qirêjiya hewayê yên 81 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê eşkere kirin.

Li gorî amaran bajarê hewaya wî herî qirêj Êlih e.

Li aliyê din, li Êlihê sedema ji sedî 31ê mirinan hewaya qirêj e.

Li Îdira Bakurê Kurdistanê jî sedema ji sedî 28ê mirinan hewaya qirêj e.

5 bajarên ku hewaya wan herî qirêj e ev in:

1. Êlih

2. Îdir

3. Agirî

4. Şirnex

5. Meletî

Li gorî pîvanên Rêxistina Tenduristiya Cîhanî, li van 5 bajaran hewa di navbera ji 5 heta 8 qatan ji pîvanên asayî qirêjtir e.

Herwiha li van bajaran salane zêdetir ji 200 rojî qirêjiya hewayê ji asta nirxên neteweyî bilindtir hatiye tomarkirin.