Li Dîlokê xizmên nexweşekî êrişî bijîşkekî kir: Rewşa wî giran e

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mezmazorê ya Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî xizmên nexweşekî êrişî bijîşkekî kir.

Bijîşk di êrişê de bi giranî birîndar bû.

Li nexweşxaneyeke taybet a navçeya Meznaxorê di navbera malbata zarokekî nexweş û bijîşkî bi navê Asadullah Begoglu de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Hinek xizmên malbatê jî hatin nexweşxaneyê û wan bi qayiş û bistên hesinî êrişî Asadullah Begoglu kir.

Di encama bûyerê de bijîşk Asadullah Begoglu, rêveberê nexweşxaneyê Ahmet Sefa Saglik û nobedarê nexweşxaneyê Gokhan Haci Yunus birîndar bûn.

Asadullah Begoglu ji serê xwe bi giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê ew rakir beşa nexweşiyên giran a nexweşxaneyê û jiyana wî di metirsiyê de ye. 

15 kêl avêtin serê Begoglu û dermankirina wî li beşa nexweşiyên giran berdewam dike. 

Ji ber bûyerê çend êrişkar hatin desteserkirin û ew birin Birêveberiya Ewlehiyê ya Dîlokê.

Dîmenên dema êrişê ji aliyê kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê ve hatin tomarkirin.