Daxuyaniya li ser mirina berpirsê berê yê YNKyê: Kuştineke kiryar nediyar e

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Niyaz Dergeleyî YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Polîsan a Raperînê ragihand ku Niyaz Dergeleyî bûye qurbaniyê kuştineke kiryarnediyar.

Di canê Niyaz Dergeleyî de şûna 3 guleyan hat dîtin.

Endamê berê yê Komîteya Navendî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Niyaz Dergeleyî doh mirî hate dîtin. 

Cenazeyê wî li maleke ser erdan a li ser rêya Qurego û navçeya Ranyeyê ya Silêmaniyê hat dîtin.

"Di encama kuştineke kiryarnediyar de canê xwe ji dest da"

Rêveberiya Polîsan a Raperînê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de got:

“Niyaz Celal Begê ku wek Niyaz Dergeleyî tê nasîn, roja Înê 18ê Tebaxa 2023yan demjimêr 22.00an di encama kuştineke kiryarnediyar de canê xwe ji dest da.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di canê Dergeleyî de şûna 3 guleyan heye.

Bûyerê di demeke ku endamên malbata Dergeleyiyan li malê nebûne de rû daye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku lêpirsîn berdewam e û heta niha tu gumanbar nehatine desteserkirin.

Niyaz Dergeleyî di salên 2000-2004an de qeymeqamtiya Dûkanê kir.

Berpirsê Tipa Edliyê ya Ranyeyê Rêbwar Qadir ji Rûdawê re ragihandibû ku Niyaz Dergeleyî ji serê xwe jî gule xwariye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst