Hakan Fîdan dê bê Hewlêrê

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bê Hewlêr û Bexdayê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî, ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dê meha tebaxê bê Herêma Kurdistanê.

Serdan bi armanca gotûbêjkirina pirsgirêkan e

Herwiha Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îraqê Ehmed Sehaf jî serdana Hakan Fîdan a Hewlêr û Bexdayê piştrast kir û got:

“Ev serdan ji bo gotûbêjkirina pêwendiyên her du welatan û hemû pirsgirêkên navbera wan de ye.”

Ehmed Sehaf da zanîn ku Hakan Fîdan dê meha tebaxê li Bexdayê be û bi Serokwezîrê Îraqê Muhammed Şiya Sudanî, Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hiseyn û çend rayedarên pilebilind ên hikûmeta wî welatî re bicive. 

Li gorî agahiyên Rûdawê bi dest xistine Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê dê li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re bicive.

Ev serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di demekê de ye ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji 25ê Adarê û vir ve ji alîyê Tirkiyeyê ve ji ber biryara Dadgeha Navnetewî ya Parîsê hatiye rawestandin.

Ji bo dîsa hinardeya petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike şandeyeke Herêma Kurdistanê çû Bexdayê û li gel berpirsên wî welatî çend hevdîtin kirin.

Li gel ku hevdîtin hatine kirin jî heta niha hinardeya petrola Kurdistanê dest pê nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst