Nêçîrvan Barzanî û Matthew McFarlane civiyan: Mijara Pêşmergeyan hat gotûbêjkirin

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Matthew McFarlane Hêzên Pêşmergeyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî, bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ên Îraq û Sûriyeyê Matthew McFarlane re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ên Îraq û Sûriyeyê Matthew McFarlane û şanda pê re qebûl kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, di civînê de mijarên wek rûdanên dawî yên ewlehiyê, metirsiya terorê û şerê bi DAIŞê re hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan, ji bilî van mijaran "pêvajoya çaksaziyê" û "yekkirina Hêzên Pêşmergeyan" jî gotûbêj kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst