Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê yê berê û Mezlûm Ebdî civiyan

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Christopher Miller Rojavayê Kurdistanê Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê yê berê Christopher Miller çû Rojavayê Kurdistanê.

Miller bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û berpirsên din yên Rêveberiya Xweser re civiya.

Navenda Ragihandinê ya Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku Christopher Miller 16ê Tebaxê çûye Rojavayê Kurdistanê û çend hevdîtin pêk anîne.

Christopher Miller bi Hevserokên Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd û Semer Ebdullah re hevdîtin pêk anî.

Miller herwiha bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re jî civiya.

Şerê bi DAIŞê re hat gotûbêjkirin

Di civînan de rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û şerê bi DAIŞê re hatin gotûbêjkirin.

Li gorî medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, Miller got ku divê ji bo doza kampên malbatên DAIŞê û girtîgehên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê piştgiriyeke meztir bê dayîn.

Miller herwiha tekez kir ku pêwîst e piştevaniya Rêveberiya Xweser were kirin.

Miller amaje pê kir ku divê ew navçeyên ji DAIŞê hatine rizgarkirin werin parastin û ji girtiyên wê rêxistinê re çareseriyek were dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst