Bendaveke nû tê çêkirin: Herêma Kurdistanê dê rûbirûyî krîza avê bibe

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Çemê Dîcleyê Bendava Cizîrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Projeya “Bendava Cizîrê” ya ku dê li ser Çemê Dîcleyê bê çêkirin hat qebûlkirin.

Dema ku bendav temam bibe, dê li Herêma Kurdistanê û Îraqê kêmasiyeke cidî ya avê çêbibe.

Parlamenterê Şirnexê yê AK Partiyê Arslan Tatar ragihand ku bendava ku dê li ser Çemê Dîcleyê bê çêkirin dê di heyama sê salan de temam bibe.

Arslan Tatar diyar kir ku dê bilindahiya bendavê 40 metre û qebareya wê ya depokirina avê 381 milyon metrekup be.

Tatar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî eşkere kir ku îhaleya bendavê hatiye kirin û got:

“Çêkirina projeya Bendava Cizîrê û HESê ya ku ji bo Enerjî + Ava Vexwarinê + Avdaniyê di çarçoveya GAPê de projeyeke sereke ye û îhaleya wê pêk hat.

Hedef ew e ku di demeke herî kurt de xebatên çêkirinê dest pê bikin û di nava 3 salan de biqedin û em dest bi hilberîna enerjiyê bikin.”

Projeya ku 24ê Gulana 2013an îhaleya wê hatibû kirin, ji ber nakokiyan hatibû rawestandin.

Tê pêşbînîkirin ku Herêma Kurdistanê û Îraq dê bi temambûna bendavê re rûbirûyî krîzeke mezin a avê bibin.

Li ser Çemê Dîcleyê ku çemê Rojhilata Navîn ê herî dirêj e û dirêjahiya wî 2800 kîlometre ye, 6 bendavên mezin û bi dehan projeyên hîdroelektrîkê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst