Li Dîlokê avahiyek hilweşiya: Kesek di bin de mir

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Erdhej Avahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mezmaxorê ya Dîloka Bakurê Kurdistanê avahiyeke zererdîtî di dema rûxandinê de bi ser makîneya kar de hilweşiya.

Şofêrê makîneya kar di bin avahiyê de mir.

Li Dîlokê xebatên rûxandina avahiyên ku di erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê de zerer dîtiye berdewam in.

Li Taxa Binevler a Mezmaxorê, îro avahiyeke zererdîtî di dema rûxandinê de bi awayekî bêkontrol bi ser makîneya kar de hilweşiya.

Di encama bûyerê de şofêrê makîneya kar di bin avahiyê de ma.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê û Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ji bo derxistina şofêr dest bi xebatê kir.

Piştî du saetan cenazeyê şofêrê makîneya kar hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê cenaze ji bo karên otopsiyê bir Saziya Tiba Edlî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst