MEREŞ - Agirê ku bi daristanê ketibû hat vemirandin

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Daristan Mereş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Agirê ku bi daristana navçeya Andirinê ya Mereşê ketibû hate vemirandin.

Li gorî lêkolînên Komîteya Taybet a Rêveberiya Giştî ya Daristanên Mereşê, nêzîkî 100 donim zevî û daristan şewitîn.

Tîmên Parastina Sivîlan ên Mereşê bi 2 balafir, 7 helîkopter û 3 otomobîlên agir vemirandiyê.

Herwiha 3 tankêrên avê û 80 karmendî hewla vemirandina agir da.

Wezîrê Çandiniyê û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli 29ê Tîrmeha 2023yan ragihand ku îsal nêzîkî 6 hezar û 900 hektar daristan û zevî şewitîne.

Sala par 203 caran agir bi daristanên 31 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ketiye.

Di encamê de 10 hezar û 446 hektar zevî û daristan şewitîne.

Di van şewatan de 149 kes birîndar bûne û 3 kesan jî canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst