Li Kilîsê termê jineke 92 salî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê termê jineke 92 salî hat dîtin.

Doh li Taxa Oylumê ya Kilîsê termê jina 92 salî ya bi navê Hatîce Kiliçkesmez li kêleka taxê hat dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê jina 92 salî veguhestin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddin Yavaşca ya Kilîsê.

Li aliyê din polîsan li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Heta niha derbarê mirina Hatîce Kiliçkesmezê de ti zanyarî nehatine belavkirin.