Zêdetir ji 100 milyar dolaran ziyan gihîştiye Ukraynayê

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Ukrayana ziyanên mezin ên aborî û canî li pey xwe anîne, li gor amaran zêdetir ji 100 milyar dolaran ziyan gihiştiye jêrxana Ukraynayê, herwiha 114 hezar xanîyên welatîyan wêran bûne, heya niha şer li vi welatî berdewam dike û roj li pey rojê ziyan betir dibin.

Bajarê Kharkivê l li bakurê rojhilatê Ukraynayê, berpirsên hikûmeta xwecihî dibêjin Rûsya 5 mûşek avêtine vê derê, di encamê de kesek bûye qurbanî û ziyaneke zêde gihiştiye mal û milkên xelkê sivîl.

  Serokê Polîsên Kharkivê Vladimir Tymoshko got: “Li kolana Puşkîn li pişt min, avahiyeke Peymangeha Polîteknîkî ya Kharkivê hat wêrankirin. Wek tu dibînî ti hêzên çekdar li vir nînin. Mixabin jinekê canê xwe ji dest da.”

Nexweşxaneyeke navçeya Zolochiv ser bi Kharkivê, tenê 18 kîlometran ji sînorê Rûsyayê dûr e, ji ber şer ji ziyanê bêpar nemaye û piraniya karmendên wê ji tirsa şer dest ji karê xwe berdane û koçberî navçeyên ewle bûne. Kesên birîndar bi zehmetî çareseriyê werdigrin.

Rêvebera Nexweşxaneya Zolochiv Ilona Butova jî got: “120 karmendên me hebûn berî şer. Ji tîmên pizîşkî û karmendên xizmetguzariyê pêk dihatin. Niha tenê 47 kes li gel me mane.”

Li gorî lêkolînekê ku ji aliyê  Dibistana Kyiv a  Aboriyê ve  hatiye kirin di şerê  Ukraynayê de ji 24ê Şibatê ve; 108.3 milyar dolar ziyan gihiştiye jêrxana Ukraynayê, 114,700 xaniyên xelkê  bi buhayê 47.7 milyar dolar rastî wêraniyê hatine, bi vî awayî nêzîkî 3.5 milyon kes bêmal mane, ziyan gihiştiye 105,200 otomobîlên sivîlan, 1,991 dukan wêran bûn,  634 Navendên kultûrî ziyan dîtine.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî jî 2300 dibistan û saziyên perwerdeyê ziyan dîtine ji wan 286 bi temamî wêran bûne, 900 nexweşxaneyan rastî êrîşan hatine û ji wan 123 bi temamî wêran bûne.

Ji despêka şerê Ukraynayê ve li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, nêzîkî 8 milyon û 700 hezar kes ji xelkê Ukraynayê koçberî welatên derve bûne, herwiha derdora 7 milyo û 100 hezar kesan jî li nava wî welatî derbider bûne.