7 gencên Duhokî yên li Lîbya asêmayî vegeriyan

20-08-2022
Heyder Doskî
Heft genç bi rêya balefirxaneya Hewlêrê ji Lîbya li ser erkê kurê Xelîfe Hefter hatin vegerandin.
Heft genç bi rêya balefirxaneya Hewlêrê ji Lîbya li ser erkê kurê Xelîfe Hefter hatin vegerandin.
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Ew 7 gencên xelkê Duhokê yên ku li Lîbya asê bibûn, vegeriyan malên xwe.

Berî sê heyvan, 6 gencên nahiya Mangêşkê û gencekê nahiya Şêladizê, yê ji hemiya mezintir, temenê wî 27 sal in û yê biçûk jî temenê wî 17 sal in, ketibûn rêya koçberiya ber bi Ewropayê ve.

Ew çûbûn Misrê bi niyeta gihiştina bi Îtaliya, lê rê şaş kirin û qaçaxçî ew birin Lîbyayê. Ev demeke dirêj li zîndan û hotelên wî bajarî man.

Di vîdyoya ku wan li ser medyaya civakî belav kir de, diyar bûr ku qaçaxçiyan ew terikandina û reviyan, wan jî  xwe spartine hêzên ewlehiyê yên Lîbyayê.

Ciwanan piştî ku cihê dan diyarkirin bi xebatên hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi rêya balefirxaneya Hewlêrê ji Lîbya li ser erkê kurê Xelîfe Hefter hatin vegerandin.

Ew gencên ku hatin vegerandin dibêjin, wan zehmetiyên gelek mezin dîtine  li zindanên Lîbyayê rewşa wan xirab bûye.

Derbarê mijarê de yek ji wan ciwanan Ehmed Naîf ji Rûdawê re got, "Piştî ku Rûdawê  vîdyoya ku me parve kiribû belav kir û em bi malbatên xwe re axivîn, rayedaran bi rêveberiya Hefter re têkilî danî û em hatin berdan."

Ciwanê bi navê Dişlad Azad jî wiha got: “Zêde neheqî li me kirin. Me nizanibû ku em dê biçin Lîbyayê. Qaçaxçiyê got ew dê di ser Misrê re me bibin Ewropayê. Lê em birin cihekî ku me nedizanî ku dere.”

Malbatan bi rondikên şahiyê bi hesret ciwanên pêşwazîkirin ku bi silametî vegeriyan.

Bavê yek ji wan ciwanan Ebdulselam Sadiq jî wiha got: “Şukir ji Xwedê re vegeriyan. Ez spasiya hemû kesên ku alîkariya rizgarkirina zarokên me kirin, bi taybetî Rûdawê dikim.”

Dayika bi navê Xemê Ehmed jî anî ziman ku ji ber ku ti xeber ji zarokên xwe wernegirtibûn ew gelekî tirsiyabûnû hêviya xwe ji zarokên xwe qut kiribûn. Dayika Xemê diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ku zarokên wê dîsa hatine cem wê.

Newroz Newzad ku yek ji wan ciwanên ku ji aliyê hêzên ewlekariya Lîbyayê ve hatiye girtin, bi awayekî zindî di destpêka meha Tebaxê de beşdarî bultena Rûdawê bibû û gotibû, “Ev 48 roj in em ji aliyê Lîbyayê ve hatine girtin. Şeva borî saet di 22:00 de em hatin berdan, rewşa me baş e. Em hêvî dikin ku di zûtirîn dem de vegerin Kurdistanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst