Tirkiye li ser çêkirina bendavê li Geliyê Zîlan rijd e

20-08-2021
RÛDAW
Nîşan Geliyê Zîlan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Tirkiyê (Danıştay) biryara Dadgeha Îdarî ya 1emîn a Wanê ya derbarê projeya Santrala Hîdroelektrîk (HES) de ya li Geliyê Zîlanê ya Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) hilweşand. Dadgeha Wanê jî serlêdana ji bo rawestandina birêvebirinê bêyî ku li benda lêkolîna pisporan bisekine careke din red kir.

Tirkiye bi rêya Kompanya Hilberîna Elektrîkê ya Zîlanê dixwaze li cihê komkujiya Geliyê Zîlan bendavê çêke, lê xelk jî li dijî çêkirina bendavê derdikevin.

Rêveberiya Hawirdor û Bajarsaziyê ya Wanê di 30ê Adara 2012an de biryar da ku ji bo çêkirina bendavê Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) pewîst nake. Piştî biryarê di 2014an de xebatên çêkirina bendavê li Geliyê Zîlan dest pê kirin. Wê demê hinek welatî û rêxistinên sivîl ji bo rawestandina bendavê serî li Dadgeha Bilind dan û dadgehê biryara rawestandina bendavê da.

Piştî nerazîbûnan, Civata Wezîran a Tirkiyê ji bo erdên ku wê HES li ser bê çêkirin, biryara “îstimlakkirina bilez” dabû. Herçiqas mijar li ber destê darazê bû jî kompanyaya xwedî ruxset di dema Coronayê de dîsa dest bi xebatên çêkirina bendavê kir.

Sala par bi biryara serokomariyê ji bo hinek erdan biryara “îstimlakkirina bilez” hat dayîn. Hinek welatiyan li ser biryara “Pêdivî bi ÇED’ê tune ye” serî li Dadgeha Îdarî ya 1emîn a Wanê dan. Piştî serlêdanê dadgehê ji Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ya Tirkiyê zanyarî xwestin û wezaretê di bersiva xwe de gotiye “pirsgirêk tune ye” û biryara “Pêdivî bi ÇED’ê tune ye” pejirand.

Di biryara Dadgehê de tê gotin: “Dadgehên Bilind û yên Îdarî di dema bicîhkirina biryara îdarî de ku zirarên mezin çêbibin û telafî nebin û biryara îdarî li dijî yasayan be, bi hev re pêk werin, bi standina parastina îdareya ku li dijî wê doz hatiye vekirin an jî bi dawî hatina wextê diyarkirî dikarin biryara rawestandina birêvebirinê bidin. Piştî lêkolîna dosyeyê hatiye dîtin mercên bi biryarnameya yasayî yên li jor hatine nivîsandin bi hev re pêk nehatine biryara rawestandina birêvebirinê hatiye redkirin.”

Berdevkê Platforma Zîlanê Şahabettîn Demîr, li dijî biryara dadgehê nerazîbûn nîşan da û got: “Em matmayî neman. Li vir armanc ne çêkirina HESê ye, dixwazin komkujiya Zîlanê bidin jibîrkirin. Tiştên li Zîlanê qewimîn ti carî nayên jibîrkirin. Dadgeh di kontrola wan de ne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst