Mezlûm Ebdî serdana Dêrezorê kir û ligel serok eşîrên Ereb civiya

20-08-2020
RÛDAW
Nîşan HSD Mezlûm Ebdî Dêrezor Rojava Mezlûm Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo kêmkirina aloziyan û aramkirina rewşê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî tevî şandekê serdana navçeyên Dêrazorê yên di jêr kontrola Rêveberiya Xweser de kir, ku piştî kuştina serok eşîrekî Ereb di çend rojên bihorî de hin alozî û xwepêşandan lê çêbûbûn.

Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, ku General Mezlûm Ebdî li gel şandek ji hêzên HSDê û Asayişê serdana gundewarên rojhilatê Dêrezorê kiriye.

Di vê serdana xwe de, Fermandarê Giştî yê HSDê roja Duşemê 17ê Tebaxê serdana navçeyên rojhilatê parêzgeha Dêrezorê kiriye û ligel serok eşîrên Ereb ên navçeyê û berpirsên xwecihî û saziyên serbazî û sivîl ên navçeyê hevdîtin pêk aniye.

General Mezlûm Ebdî kêm caran ziyaretên gelemperî bo deverên dûr ên mîna Dêrezorê pêk tîne.

Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDê, General Ebdî di serdana xwe y abo Dêrezorê de gotiye, ku bakurê Sûriyê derbasî qonaxeke nû dibe, ku ew hewl didin bigihîjin çareseriyeke siyasî ku li gor daxwaz û hêviyên Sûriyan be.

Ev serdana Ebdî bo navçeyên rojhilatê Dêrezorê piştî demekê tê, ku alozî di navbera beşek ji hoza Igêdat û hêzên HSDê de li navçeyê derketibûn.

Di destpêka vê mehê (Tebaxê) de kuştina şêxekî hoza Ikêdat ê bi navê Şêx Muşîr Hemûd Cîdan el Hefil li rojhilatê parêzgeha Dêrezorê bûbû sedema derketina alozî û tundûtûjiyê. Hejmarek çekdarên hoza navborî daketibûn nav hersê bajarokên el-Şihîl, el-Hewayic û Zîbanê û rê girtibûn û piştre êrîşî ser rêbendên hêzên HSDê kiribûn.

Pêştir derbarê wan bûyeran de, Şêx Sifûk el-Necres, yek ji şêxên hoza Ikêdat ji Rûdawê re gotibû: “Ev alozî û tevlihevî ne normal e û çêkirî ye. Em hêvî dikin ku fitneyek di navbera me û birayên me yên Kurd de çênebe.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ragihandine, ku DAIŞ û rejîma Sûriyê li pişt aloziyên li Dêrezorê ne.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser, Bedran Çiya Kurd ji Rûdawê re ragihandibû,“DAIŞ û rejîma Sûriyê bi hev re hewla têkdana rewşa navçeyê didin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk herwiha di serdana xwe ya bo Dêrezorê de ragihandiye, “pêwîst e rêveberiyên xwecihî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan di zûtirîn dem de kar bikin.”

Beşek ji parêzgeha Dêrezorê di kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de û beşeke din di jêr kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye.

Herwiha piraniya navçeyên li sînorê Dêrezorê ku bîrên petrolê û çavkaniyên enerjiyê lê ne, di kontrola HDSê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst