Li Wanê zarokek ket bîra avê û xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sarayê ya Wana Bakurê Kurdistanê zarokê 14 salî ket bîra avadaniya zeviyan û xeniqî.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, li herêma Kanîgola herêma li taxa Beyarslanê ser bi navçeya Sarayê ve, Bahattîn Akin ji ber sedemeke hêj nayê zanîn ket bîra avê  ku ji bo avdana zeviyê hatibû vekirin.

Xelkê gund tîmên aliyên peywendîdar ji bûyerê agahdar kirin.

Ekîb di demeke kurt de xwe gihandin cihê bûyerê, ava bîrê derxistin û zarok ji avê derxistin radestî ekîbên tenduristiyê kirin.

Bahattîn Akin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê veguhestin, lê tevî hemû midaxeleyan xilas nebû.

Dozgeriya Komarê ya Wanê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.