Ji ber bombebarana Tirkiyê li malbateke Kurd bû şîn û girî

Kanî Masê (Rûdaw) – Di encama êrîşa esmanî ya Tirkiyê bo ser sînorê nahiyeya Kanî Masê li parêzgeha Duhokê welatiyekî sivîl bi navê Xalid Ebdulrehman şehîd bû û bi wê yekê hejmara sivîlên ku di operasyonên wê dawiyê yên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 7 kesan.

Welatiyê bi navê Xalid Ebdulrehman ku di bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de li Kanî Masê li devera Berwarî Bala jiyana xwe ji dest daye, 7 zarokên wî hene, ku 3 kur û 4 keç in. Malbata Xalid Ebdulrehman dibêjin, dema ku gund hat bombebarankirin, agir bi erdê wan ketiye, lewma Xalid çûye naw zewiyên xwe û hewl daye ku agir kontrol bike, lê cardin balafirên şer ên Tirkiyê gund bombebaran kirine û di encam de Xalid bûye qurbanî. 

Ebdulmecîd Xalid, kurê wî welatiyê ku di bombebarana Tirkiyê de bûye qurbanî, ji Rûdawê re dibêje: “Me firavûna xwe dixwar, teyare hat û bombebaran kir, sed metran dûr nebû ji erdê me û tevde sot (şewitî). Bavê min çû daku vemirîne, çû vê derê lê teyare dîsan hat û mûşekek lê da û kuşt. Bavê min mamosta bû lê malnişîn bû.”

Xalid Ebdulrehman ê 63 salî, bo dema 4o salan li deverê mamostetî kiribû.

Hevjîna Xalid, Nazdar Ebdulqadir dibêje, “çûbû agir vemirîne, lê gulle lê reşandine, îro ew sibê malbata wî, êdî bes e bila jiyana me tal nekin û belaya firokeyên Tirkiyê ji me dûr bikin.”

Firokeyên şer ên Tirkiyê duh Çarşemê 19ê Tebaxa 2020an derdora gundên Bazê û Kanî Meznê li sînorê Kanî Masê ser bi navçeya Amêdiyê ve bombebaran kirin.

Her heman rojê  firokeyên Tirkiyê du caran li ser hev gundê Kavilka li sînorê nahiyeya Dînartê ya ser bi qezaya Akrê ve bombebaran kiribûn.

Ji dema destpêkirina operasiyonên Tirkiyê yên vê dawiyê bo ser deverên sînorî û li ser axa Herêma Kurdistanê 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, ku 6 kes ji wan li sînorê parêzgeha Duhokê bûne, herwiha kesek jî li nahiyeya Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê ve bûye.

Herwiha di 3 salên bihorî de ji ber bombebaran û êrîşên Tirkiyê, 32 kesên sivîl li sînorê parêzgeha Duhokê jiyana xwe ji dest dane.

Ji 15 û 17ê Hezîrana îsal ve Tirkiyê bi hinceta hebûna baregehên PKKê li navçeyên sînorî, operasyonên esmanî û bejayî li nav axa Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin ku heta niha jî ew operasyon berdewam in.