Çekdaran 20 roj in av li ser Hesekê qut kiriye
Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ev 20 roj in bê ava vexwarinê maye û xelkê bajêr bang li cîhanê dikin da ku bi hawara wan ve biçin.
Ji roja 1ê Tebaxê ve, grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, ava wêstgeha Elok ji ser Hesekê û derdora wê bi temamî qut kirine.
Ji bo protestokirina vê kiryarê, çalakvanan hilmetek li ser medya civakî dest pê kirine û tê de dibêjin ku “Tîbûn Hesekê Dixeniqîne”.
Çalakvan û xelkê Hesekê bangewaziyê li civaka navdewletî û hemû rêxistinên navdewletî dikin, ku fişarê li ser Tirkiyê bikin, da ku ava wêstgeha Elok ya di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de berde.
Peymanêra Rûdawê li Hesekê Rengîn Şero derbarê qutkirina ava vexwerinê û bandora wê li ser jiyana xelkê û herwiha hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo peydakirina alternatîvên westgeha Elok ragihand ku Rêveberiya Avê li Hesekê aşkere kiriye ew projeya ku ji 50 bîran pêk tê, 25 jê amade ne û divê di nava 72 demjimêran de bikarin avê bidin.
Li gor zanyariyên peyamnêra Rûdawê ew 50 bîr jî ava digihije 100 hezar metre seca lê niha dê 25 bîr kar bikin û dê pirsgirêka avê ji sedî 30 çareser bikin û dê her 10 rojan carekê ava bigihije bajar.
Hemwelatiyek jî ji Rûdawê re diyar dike ku rewşa wan gelek xerab e û diyar dike ku ne av û ne elektîrik nîne û herwiha dibêje, kesên avê difiroşin jî avê ji her kesî re nayînin.
Ew hemwelatî herwiha daxwazê ji rêveberiyê dike û dibêje, “Divê av, elektîrîk û nan ji vî miletî re bê dabînkirin. Xelk di rewşeke gelek xerab de ye.”