Ahmet Turk: Neheqî di bilindtirîn ast de ye

20-08-2019
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Mêrdîn HDP Ahmet Turk Qeyûm Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Ahmet Turk derbarê danîna qeyûman û girtina endamên HDPê de ragihand, ew di serdemekê de ne ku neheqî di asta herî bilind de ye.

 

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Ahmet Turk ragihand ku ew di serdemekê de ne ku nebûna mafan û neheqî di asta herî bilind de ye, kes nikare iradeya xelkê tunne bihesibîne.

 

Ahmet Turk ku di hilbijatinên dawî de bûbû serokê şaredariya Mêrdînê, herwiha got, danîna walî li şûna serokê şaredariyê, ne demokrasî ye û ewa ku hatiye kirin neheqî û bêqanûnî ye.

  

Doh ji bo cara duyem, Wezîrê Karûbarê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman, weke qeyûm li cihê Ahmet Turk erkdar kir.

 

Ahmet Turk di hilbijartinên 31-03-2019 de bi 56% ya dengan bûbû serokê şaredariya Mêrdînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst