Mihemed Hecî Mehmûd: Dermanên saxte ji enfalkirina Kurdan xirabtir e

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Partiya Soyalîst Demokrata Kurdistanê, Mihemedê Hacî Mehmûd di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji bo kempîna nehîştina dermanên saxte û bê kalîte ragihand. Mihemed Hacî Mehmûd pirs dike, kî ji asayişa tendirustiya welatiyên Kurdistanê berpirse?

 

Li ser rewşa dermanan li Herêma Kurdistanê, ew derdora mehekê de ye, ku Tora Medyayî ya Rûdawê, bernameyên hişyarkirinê belav dike û di bernameya Ligel Ranj a Rûdaw TV de, ku ji aliyê pêkêşkar Renj Sengawî ve tê pêşkêşkirin, giringî bi rewşa dermanan li Kurdistanê û hebûna dermanên saxte li Herêma Kurdistanê û qaçaxçîtiya di sektroa tendirustiya herêmê de dide.

 

Piştî wê bernameyê kempîneke taybet bi rûbirûbûna dermanan saxte li Herêma Kurdistanê ve hate ragihandin. Sekreterê Partiya Soyalîst Demokrata Kurdistanê, Mihemedê Hacî Mehmûd jî piştgiriya xwe bow ê kempîna bi destpêşxeriya Rûdawê ragihand.

 

Mihemedê Hacî Mehmûd dibêje, gelek qurbanî û xebat bo jiyaneke serbilindane û serxwebûna takên Kurd hatine dayin, lê hikumdariya Herêma Kurdistanê ji ber çend sedeman nekariye civakeke pêşketî û serdemî û tendirust ava bike, bi taybet ji aliyê tendirustî ve.

 

Mihemedê Hacî Mehmûd dibêje, mixabin ew dermanên ku di warê kalîteyê de nebaşin û di pişkinînan de nayên qebûlkirin, li nav civakê têne belavkirin û bi wê yekê ziyanê digihînin xelkê.

 

Sekreterê Partiya Soyalîst Demokrata Kurdistanê daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê dike, ku her yek ji wan ji aliyê xwe ve berpirsatiya civakeke tendirust bigrin stuyê xwe.