Civîna PDK û Tevgera Goran sibe ye

Hewlêr (Rûdaw) –  Biryare sibe Duşemê (21-08-2017), Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goran li bajarê Silêmaniyê bicivin.

 

Endamê Polîtbûroya PDKê Kakemîn Necar ji Rûdawê re ragihand, civîna polîtbûroya partiya wan bidawî bûye, biryare sibê şandekî PDKê serdana Silêmaniyê bike û li gel Tevgera Goran bicive.  

 

Beriya niha PDKê daxwaza civînê ji Tevgera Goran kiribû. Roja 17ê Tebaxê jî Xaneya Raperandinê ya Tevgera Goran pêwendî bi Sekreteriya Polîtbûroya PDKê ve kiribû û eşkere kiribû ku ew ji bo hevdîtinê amade ne.

 

Hate zanîn, ku serokatiya şanda PDKê Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî dike û di şandê de endamên polîtbûroyê Azad Berwarî, Mehmûd Mihemed, Cefer Îbrahîm, Îzedîn Berwarî û Rêbiwar Yelda, cîh digrin.