Gelale 14 salan paytexta Şoreşa Kurdî bû

Gelale (Rûdaw) – Navçeya Gelale 140 kîlometreyan li bakûrê rojhilatê Hewlêrê ye. Di destpêka Şoreşa Îlonê de 14 salan bûye paytexta şoreşa kurdî.

 

Gelale herêmeke çiyayî ye û hejmareke zêde yê şkeftên sirûştî ni nav de ye. Vê pêgeha wê ya cografîk û giringiya ji bo şoreşê, çendîn caran hikûmeta wê demê ya Iraqê neçarî danûstandinan kiriye. Li vê navçeyê beyanameya 11ê Gulanê hatiye îmzekirin. Herwiha yekemîn ragihandina bi guhdarkî ya kurdî jî li vê beşa Kurdistanê hate damezrandin.

 

Gelale di serdema desthilata Osmaniyan de, di sala 1896ê de bû bajarok û navenda rêveberiya 85 gundên devera Balekatiyê. Ji wê demê ve ev bajarok bûye pêgeha cihê xebata şoreşgerî ji bo bidestxistina mafên gelê Başûrê Kurdistanê.

 

Hemwelatiyê Gelale Merûf Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand: “Piştî şerê Qişleya Rayet a hêzên iraqî, êdî Balekatî bû cihekê xeter ji bo hêzên wê demê yê hikûmeta Iraqê. Gelale, ku navenda Balekatiyê bû, di sala 1961ê de bû paytexta Şoreşa Îlonê. Ev der bû, ku serdarên hikûmeta Iraqê neçar kir, ku werin danûstandinan bikin.”

 

Gelale navçeyekî bi zinar û lat e û asê ye. 207 şkeftên wê hene ku hemû jî bûne cihê cengawerên şoreşê.

 

Hemwelatiyê bi navê Rijyar Gelaleyî jî dibêje: “Li vir 207 şkeft hene. Ew di serdema şoreşê bû bûne stargeha gel û pêşmergeyan. Wê demê kurd xwedanê çek û cebilxaneyên baş û pêşkeftî nebûn. Kurdan li hember dijminekî şer dikirin, ku xwedan tang, top û firoke bûn. Lê van çiya û şkeftan parastina şoreşgeran dikir.”

 

Dema şoreş dixwaze dengê xwe bigihîne deşt û bajaran, şkeftên Gelale dibine baregaha radyo, saziy3en ragihandin û nivîskarên kurd.

 

Di şoreşê de jinan jî roleke bi bandor lîstine. Jinekê nîştecihê Gelale ya bi navê Estî Hemed diyar dike: “Zilamên me pêşmerge bûn. Divêya me jî kasibî bikira. Me jî nan û xwarin amade dikir, karên din û herwiha pêşmergetî jî dikir. Dema firoke dihatin, me zarok dirine şkeftan. Jin jî mil bi milê zilaman beşdarî şoreşê bûn.”

 

Gelale di heman demê de xwedanê bazarekî navdewletî ye. Li vê bazarê kelûpelên Sûriye, Îran, Tirkiye û Iraqê peyda dibûn.

 

Xidr Ehmed jî dibêje: "Gelale mala hemû kurdan bû. Ti kes tê de mêhvan nebû. Li bazaran jî xelkê bi zimanên cuda cuda diaxivî.”

 

Piştî rêkeftina Cezayîrê, qonaxa veguhestina xelkê dest pê dike û di 8ê Tebaxa 1981ê de, nîştecihên Gelale ji bo kampên neçarî tên veguhestin. Gelale piştî Raperîna 1991ê ji nûve hate avadankirin.