Şerefxan Cizîrî: Tirkiye bo referanduma Kurdistanê hêj dudil e

20-08-2017
RÛDAW
Amed
Amed
Nîşan Şerefxan Cizîrî Tirkiye referandum Kurdistan
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistanê kempîna piştgiriya referanduma Başûrê Kurdistanê tê pêkanîn û li 9 bajaran panel û konferans têne sazkirin. Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyê (PDK-T) Şerefxan Cizîrî derbarê helwesta Tirkiyê ya li hember referandumê de got: “Tirkiye dudil e.”

 

Li gel nêzîkbûna dema pêkanîna giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê jî çalakiyên piştgiriyê berfireh dibin. Her partî ji aliyê xwe ve dest bi çalakiyên piştgiriya referandumê kirine.

 

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyê (PDK-T) Şerefxan Cizîrî ji Rûdawê re ragihand, ku gava mirov bala xwe dide helwesta Hikûmeta Tirkiyê, wisa xuya dike hikûmet dudilî ye, ne bi aşkere dibêje “piştgirî didim referandumê”, ne jî bi awayekî gelek aşkere dibêje “ez li dij im.”

 

Herwiha li ser helwesta Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî Cizîrî destnîşan kir, ku helwesta wan jî ne zelal e.

 

Peyamnêrê Rûdawê Mehdî Mutlu ragihand, ku çalakiyên kempîna piştgiriyê, ne tenê li Bakurê Kurdistanê, herwiha li Tirkiyê jî dê bêne pêkanîn. Lê li Êlihê û Wanê çalakî ji aliyê parêzgeran ve hatin qedexekirin.

 

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak ji Rûdawê re ragihand: “Emê li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê panel û konferans saz bikin. Bi vê rêyê jî em dixwazin di destpêkê de li ser vê mijarê zêdetir coş bidin xelkê xwe. Mebesta me jî ew e ku em ji aliyên din re bibêjin ku ev giştpirsî biryareke demokratîk û aştiyane ye û pêwîst e rêz li îradeya neteweya kurd û gelê Kurdistanê re were girtin.”

 

Sertaç Bucak herwiha aşkere kir: “Bi heman mebestê duh li bajarê Wanê civîn hebû, lê mixabin Parêzgarê Wanê rê neda em çalakiyê pêk bînin. Ji bo çalakiyê, me holeke gelek mezin girtibû. Em neçar man ku li nivîsgeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) çalakiya xwe saz bikin. Gelek kes beşdar bûn, lê nîvê wan ji ber tinebûna cih, vegeriyan.”

 

Bucak amaje bi wê yekê kir, ku li gel saziyên sivîl civîn pêk anîne û nêrîna wan a li ser giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê erênî ye û got: “Me li gel Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu civînek kir, naveroka civîna me baş bû, dikarim bibêjim helwesta wan bi nermî diyar bû, heta niha jî me ti kesek nedît ku li dijî referandumê be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst