Ji Barzanî peyamek girîng bo xirîstiyanan

 

Rûdaw (Hewlêr)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî daxwaz ji welatiyên mesîhî kir ku hizra koçkirinê nekin û dev ji welatên xwe neberdin “Da bi hevre bikarin bi azadî bijîn û bergiriyê li welatê xwe bikin.”

pêşwazî li Petrikê Entakiya û tevaya rojhilat û serokê kolmelgeha petrikên rojhilat û serokê kilîseya maronî, Kardînal “Mar Bişare Butris Elraeî” û şandeke bilind ji zilamên ola mesîhî kir, ku ji hejmarek betrik û metranên katolîk û kildan û hejmarek ji berpirsên dezgehên ola mesîhî li cîhan û navçeyê, pêkhatibû.

Di destpêkê de şanda mêvan spasiya Herêma Kurdistanê kirin bo hewnadina derbiderên mesîhî, êzdî, şebek û pêkhatên din ên ku ji ber êrîşên DAIŞê ji navçeyên xwe reviyane, kirin.

Şanda mêvan mebesat serdana xwe jî aşkere kirin û gotin, mebest ji serdanê agehdarî li rewşa derbiderên li Herêma Kurdistanê ye, herwiha gihandina dengê derbideran bo civaka navdewletî da alîkariyên bêtir bi rêya hikûmet Herêma Kurdistanê pêşkêşî wan bikin. Serkeftin xwestin ji peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi lêborîn, pêkvejiyan û lêborînê di navbera pêhatên Iraqê de.

Di beramber de, Barzanî ragihand ku, ev serdan peyameke bihêz a piştgiriyê ye bo gelê Kurdistanê û şanda mêvan piştrast kir ku, dê Kurdistan bimîne navçeya aramî û aştiyê.

Barzanî got jî, em xweşk û birayên xiristî piştrast dikin ku em dê terorsîtan bişkînin û dê ev rewş bidawî were. Herwiha daxwaz kir ku welatiyên xirîstî ji welatên xwe dernekevin û “pêwîste şiyana mayîna wan bihêz bê da em hemû bi hev re bi azadî bijîn û bergiriyê li welatê xwe bikin.”

Bi cuda jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li heman şandê kir û ji wan re tekez kir ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgirî li hemû pêkhatan dike û bo parastina wan tiştê ji dest tê dike.”

Serokwezîr Barzanî ragihand jî ku, tiştê niha diqewime zêdeyî şiyana hikûmet Herêma Kurdistanê ye ji ber ku herêm niha ne şerê rêxistinekê dike, lê belê bi hemû pîvanekê şerê dewletek terrorist dioke.” Herwiha piştgisiya xwe bo peyda kirina piştgiriyek navdewletî bo mesîhî û pêkhatên din ên navçeyê anî ziman.”

Herwiha balikşand ser çekên Pêşmerge û got, piştî sala 2003ê were hikûmeta Îraqê tu pêngav ji bo pirçekirina pêşmergeyê Kurdistanê neavêtine û Bexdayê biçûktirîn çek ji bo pêşmerge nehinartiye da bikare rûbirûyê terorîstan bibe, terorîstan çekê nû û pêşketî li Îraqê bi destketiye. Îmkanên herêma Kurdistanê yên di warê leşkerî de hene tenê dikare şerê grûpên çekdar pê bike, ne şerê dewleteke xwedî çekê giran û pêşkeftî.

Nêçîrvan Barzanî ji şanda mêvan re diyar kir jî ku, niha pêşmerge êrîş  li dijî DAÎŞ dest pê kirine û pêşmerge gelek dever kontirol kirine, lê vî şerî pêwîstî bi hevpeymaniyeke navdewletî heye, ji bona vê jî herêma Kurdistanê digel civaka navdewletî û digel Bexdayê jî hevkariyê dike daku terorîstan derxin. Serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re got: “Dengê we li derve gelek girîng e û hûn dikarin di warê avakirina hevpeymaneke navdewltî de ji bona rûbirûbûna terorê roleke berçav bilêz in.”


Pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî li şanda mêvan